NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 228 kes mirin û 25 hezar û 861 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê tabloya daneyên vîrûsa koronayê ya 24 saetên dawî eşkere kir. Li gorî daxuyaniya Wezaretê di 24 saetan de 341 hezar û 221 test hatine kirin, testa 25 hezar û 861 kesan pozîtîf derketiye û 228 kesan jiyana xwe ji dest daye.