Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye

  • jin
  • 12:25 25 Îlon 2021
  • |
img

ENQERE - Pervîn Bûldan a di Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê de axivî, wiha got: “Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye. Rejîma qeyûm, hewldana darbeyê ya li dijî rêveberiya demokrasiyê û pergala hevserokatiyê ye.” 

 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Salona Konferansê ya Teoman Uzturk Mala Xwendekar û Tesîsên Saziyên Civakî yaTMMOB’ê hat lidarxistin, dewam dike. Piştî xwendina peyama Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin Amedê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê dimîne, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. 
 
Bûldan hemû jinên di konferansê de û yên têkoşîna azadiya jinan didin silav kirin û wiha got: “Ez hemû jinên hatine qetilkirin û Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr tînim. Em ê bi dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan û bi soza xwe ya têkoşînê re, bi pêş ve biçin. Teqez em ê xeyalên xwe yên hevpar ên jinan pêk bînin. Îro em li vê derê ji bo jinan civîn û konferansek girîng li dar dixin. Em konferans xwe ya jinan a rêveberiyên herêmî ya demokratîk pêk tînin. Ji roja ku me dest bi têkoşîna jinan kir, me hedefek bi xweser danî pêşiya xwe. Gelo ev hedef çibû? Ev hedef zanebûna jinên azad, rêxistinbûyîna jinên azad bû. Bi kurtasî siyaseta jinên azad bû. Ji ber vê sedemê, me got nûnertiya wekhev û me ev yek bi avahiya xweya rêxistinbûyî dest pê kir.”
 
HEVSEROKATÎ DESTKEFTIYEK BI NIRXE
 
Bûldan, diyar kir ku kir tevlîbûna tevahiya jinan a di her warên jiyan û siyasetê de esas digirin û wiha pê de çû: “Di hemû mekanîzmayên biryargirtinê yên partiya me de, nûnertiya wekhev a jinê heye. Me ev yek xistiye pratîkê. Me armanc kir ku jin di astek wekhev de bibin berendam û di astek wekhev de bêne hilbijartin.  Bi vî rengî di siyasetê de bibin xwedî dengek wekhev û me ev bi hev re kir. Ji ber vê me got hevserokatî. Me bi pergala xwe ya hevserokatiyê re, nûnertiya wekhev di hemû qedemeyên rêveberiyên xwe de bi sazî kir. 
 
Ev model di warê nûnertiya wekhev a jinan li welatê me, Rojhilata Navîn û cîhanê de destkeftiyek bi nirxe. Ji bo hemû jinên cîhanê ku nasname û statuya jinan tê tepisandin, modelek girîng e. Em ê vê modelbûna xwe dewam bikin. Ev ji bo jinan serkeftineke sedsalê ye.”
 
QEYÛM DARBEYA LI DIJÎ GELÊ KURD E 
 
Bûldan, bal kişand rejîma qeyûm û wih bilêv kir: “Em bi hişmendiyeke ku dixwaze jinan ji siyasetê, rêveberiyên herêmî, aborî û jiyana giştî dûr bixe re rû bi rû ne. Me her tim got, em ê cardin bêjin: Rejîma Qeyûm, hewldana darbeyê ya li dijî demokrasiyê ye. Darbeya li dijî vîna gelê Kurd a xwe bi rêve dibeye. Hewldana darbeyê ya li dijî pergala hevserokatiyê ye. Dixwazin bi rejîma qeyûm rihê darbeya 12’ê Îlonê li ser piyan bigirin û dewam bikin. 
 
Em ê li dijî pergala serdest, navendparêziya tekparêz ku hewl dide walêt bi qeyran, derew û zordariyê birêve bibe, modela xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk ava bikin û di têkoşîna xwe mezin bikin. Me tu carî dest jê berneda û em ê dest jê bernedin. Em dev jê bernadin û teslîm nebin. Em ne tirsiyan û emê tu carî netirsin. Bawer bikin, em ê teqez pergalek demokratîk a ku nûnertiya wekhev a jinan esas bigire ava bikin. Em gav bi gav nêzî vê yekê dibin û ber bi finale ve diçin.
 
Me têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêz heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Ez di vê rêyê de, ji hemû jinan û hemû hevalên xwe yên têkoşer re serkeftinê dixwazim. Em hemû bi hev re jin jiyan azadî! Serkeftin.”
 
Piştî ku Buldan axaftina xwe bi dawî kir, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

29/09/2021
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin