Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne

  • rojane
  • 09:00 25 Îlon 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayikên ku salek e bi aqûbeta cenazeyên zarokên xwe nizanin gotin: "Çavê me li rêya cenazeyên zarokên me ne. Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin." 

Cenazeyê HPG'iyên salek berê di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan nayên kirin. Malbatan ji bo cenazeyyên zarokên xwe wergirin, ji bo DNA'yê xwîn dabûn, lê salek e tiştek ji wan re nehatiye gotin. Tê diyarkirin ku piraniya van cenazeyên ku aqûbeta wan nediyar e, li goristanên bêkesan ên Şirnexê hatine veşartin. 
 
Dayikên ku her roj li bende xeberekê ne, dixwazin goreke zarokên wan hebe û gorên wan ziyarte bikin. 
 
 
'KEZIYÊN KEÇA MIN LI SER KÎJAN KEVIRÎ MANE' 
 
Xemê Ergûn ku keça wê Esma Ergûn a HPG'î li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku nizanin cenazeyê keça wê li ku derê ye û xwest rojek berî rojekê cenazeyê wan radestî wan bê kirin. Dayik Ergûn got: "Keça min di sala 2020'an de di şerê Heftanînê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li gel PKK'ê de ye yan di destê dewletê de ye, ez nizanim. Dema ku min xebera şehadeta keça xwe di televîzyonê de dît, em çûn Nexweşxaneya Şirnexê me ji bo testa DNA'yê xwîn da. Lê li wir serdozgeriyê ji me re got, 'Dema ku tevlî PKK'ê bû çima we xebera me pê nexist?' Min jî jê re got, 'Min newêrî xeber bidim we.' Got, 'Çima te newêrî?' Min got, 'Tu her roj yekî digirî, lingê wan dişkênî, ez ê çawa ji te re bêjim keça min çûye.' Pişt re ji min re got, here Amedê. Lê ji ber ku derfetên min tune bû, ez neçûm. Ez her roj dibêjim ka cenazeyê wê niha li ku ye, ez her roj dibêjim ka keziyên wê li ser kîjan kevirî mane. Tişteke ji vê zortir heye? Lê dayîkên ku weke min heman êşê dikêşin pir in. Heger min bikaribûya ez ê li her derî li cenazeyê keça xwe bigeriyama. Lê mixabin derfetên min tune ne û ji bendewariyê pêvtir tiştek ji destê min nayê." 
 
ÇAVÊ WÊ HER LI RÊ YE
 
Malbata endamê HPG'ê Vedat Bîlîk jî, ev saleke bi tu awayî agahî ji cenazeyê Bîlîk nastîne. Dayîk Gûrbet Bîlîk, diyar kir ku salak e li benda cenazeyê kurê xwe ye û hêstên xwe wiha anîn zimên: "Piştî ku agahiya şehadeta kurê min hat, me şîn danenî. Piştî ku mehek li ser re derbas bû, ji bo standina cenazeyî me xwîn da û serî li dozgeriyê da. Ji me re gotin em ê agahiyê bidin we, lê salek e tu agahî nedane me. Heta ku ez sax bim, ez ê li benda cenazeyê kurê xwe bim. Çavê min her li rêyê ye û ez dibêjim wê were. Dema ku me serî li dozgeriyê da, ji me re got, 'Kê xebera mirina wî da we?' Me got me di televîzyonê de dît. Vedat ne tenê yê min e, yê her kesî ye. Roj nin e, şev nin e ku ez kurê xwe nefikirim. Ez dibêjim ka cenazeyê kurê min, teyrikan xwariye, maran xwariye. Ez bizanibim li ku derê miriye û cenazeyê wî li ku ye, ez ê bextewar bim. Ez dibêjim zivistan hat, ka niha li ku ye. Wê roja din jî ez li ber goristana Nuh Nebî re derbas bûm, min got hema gora kurê min jî li vir bûna û ez biçûma ser û min dilê xwe rehet bikira."
 
PIŞTÎ KU KEÇA WÊ KUŞTIN BI DEHAN CARAN LI SER MALA WÊ DE GIRTIN
 
Cenazeyê endamê HPG'ê Bîşeng Hezer jî winda ye. Tevî ku dîmenên îşkenceya cenaze li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin jî, dozgeriya komarê ya ku malbatê serî lê da, daxwaza malbatê red kir û got cenaze ne li gel wan e. Piştî ku Hezer jiyana xwe ji dest da, bi dehan caran polîsan avêtiye ser malbata wê. 
 
Dayîk Ayşe Hezer, diyar kir ku ew dixwaze ku cenazeyê keça xwe wergire û got: "Dîmenên ku tê de xuya ye îşkenceya li cenazeyê keça min hatiye kirin, li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin. Min serî li dozgeriyê da û min xwîna xwe da. Piştî ku hefteyek derbas bû, ji min re gotin cenaze ne destê me de ye. Di dîmen de aşkereye ku cenaze di destê wan de ye. Dikujin, lê çima cenazeyên me nadin me. Em daxwaza aştiyê dikin. Bi kuştinê safî nabe. Ev 6 meh in li benda cenazeyê keça xwe me. Ji roja ku agahiya mirina keça min hatiye heta niha her sê rojan carekî li ser mala min de digirin. Her roj li min digerin û bi telefûnê min aciz dikin. Di her serdegirtina malê de pirsa keça min dikin. Çi di mala min de heye, bila cenazeyê keça min bidin min. Bila bes li ser mala min de bigerin. "
 
'EV NE WÎJDANÎ YE' 
 
Cenazeyê endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji Rojhilatê û di Îlona 2020'an de jiyana xwe ji dest daye, winda ye. Dayik Şehrer Selîmî ku ji bo cenaze du caran ji Rjhilatê hat Tirkiyeyê, diyar kir ku ji bo ku cenaze bistînin gelek hewledanên wan çêbûne, lê dîsa jî cenazeyê wan nedane wan û got: "Ez ji vir hatim Tirkiyeyê û min xwest ku cenazeyê kurê xwe bistînim. Lê bi hincetên cuda cenazeyê kurê min nedan min. Careke din xeber dan û  ji me re gotin werin. Em rabûn dîsa hatin Tirkiyeyê û me gelek zehmetî kişand. Vê carê derfetên min tune bûn ez biçim, lê birayê wî çû. Xwîna birayê wî girtin. Lê vê carê jî gotin divê dayika wî bê. Ez gelek nerehet im û ez aqûbeta cenazeyê kurê xwe nizanim. Dibe ku li gorsitana bêkesan hatibe definkirin. Nedayina cenazeyan tiştekî neexleqî ye û bêwîjdanî ye û ne insanî ye. Em vê pêkanînê şermezar dikin. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. "
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

25/09/2021
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da