RIHA - Pankart û wêneyên ku malbata Şenyaşar ji ber daxuyaniya parêzeran a roja 200’emîn a Nobeta Edaletê bidin vekirin, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 200’emîn de dewam dike. 200 parêzer bi boneya roja 200’emîn a çalakiyê wê daxuyaniyê bidin. Malbatê berî daxuyaniyê, pankart û wêneyên têkildarî roja bûyerê, li cihê çalakiyê bi cih kirin.
Lê polîsan dest danîn ser pankart û wêneyên.
POLÎS: DEWLET LI VÊ DERÊ YE
Di vê navberê de, gengeşî di nava Emîne Şenyaşar û polîsan de derket. Dayika Şenyaşar, ji polîsan re got, “Edaleta dewletê tuneye”, polîsekê jî bersiva “Dewlet li vê derê ye” da dayika Emîne.
Di vê navberê de, di navbera polîs û parêzeran de rageşî derket. Dûre polîsan wêne û pankarta ku deste ser kirin birin edliyê.
MUDAXILEYÎ NÛÇEGIHANA KIRIN
Polîsan hewl da ku telefon û kameraya nûçegihanê me Emrullah Acar ê ku bûyerÊ dişopîne desteser bikin. Bi destwerdana parêzeran û Emîne Şenyaşar re, malzemeyên nûçegihanê me dan wî.