EDENE - Tugba D. a li Edeniyê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Bûrhan D. ve hat qetilkirin.
Jina bi navê Tugba D., a li Taxa Yeşîlevler a navçeya Seyhan a Edeneyê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Bûrhan D., ve hat qetilkirin. Bûrhan D., piştî bûyerê çû mala xizmên xwe yên li Taxa Toros a navçeya Çûkûrovayê diman û ji wan got wî hevjîna xwe Tugba D., kuştiye.
Xizmên wî dûre agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên polîs û tenduristiyê çûn mala Bûrhan D., û cenazeyê Tugba D., li odeya razanê dîtin. Polîsan Bûrhan D. binçav kirin û cenazeyê Tugba D., jî ji bo otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Dayika Tugba D. Rukiye Ç., diyar kir ku zavahiyê wê ji ber hesûdî û hînbûyîna qumar, 14 salin pirsgirêkan bi keça wê re dijî.