Eren Keskin*
Ajansa Mezopotamyayê, bi avabûna kelecanê da me tevan. Qadeke nûçeyan ku bi armanca dengê hemû "Ên din" rabigihîne ava kir. Bû ajanseke ku ferqa xwe, bi esasnegirtina qodên bîrdoziya fermî û feraseta nûçeyên aliyê bindestane derxist holê. Pirsgirêkên bingehîn ên erdnîgariyê, meseleya Kurd û Kurdistanê, qirkirina 1915'an, 1938, darbeyên leşkerî, têkoşîna rizgariya jinê, têkoşîna LGBTÎ+, pirsgirêken kedkar û karkeran, berxwedanên zanîngehan...
Ajansa Mezopotamyayê, di van hemû qad û mijaran de "nûçeya rast" armanc kir. Ji ber vê gelek zext lê hatin kirin û hê jî lê tên kirin. Bêyî serî îteet bike, dev jê berde têkoşîneke birûmet a çapemeniyê dide.
* Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)