WAN - Pasdarên Îranê, gule li kolberekî reşandin û qetil kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, pasdarên Îranê duh li herêma Serdeştê, gule li komek kober reşandin. Di êrişê de, bavê 3 zarokan Umed Mihemedzade yê 39 salî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cenazeyê Umed rakirin nexweşxaneya Serdeşt û hîna teslîmî malbata wî nehatiye kirin.