EDENE - Konsera ku bi tevlîbûna Koma Mûnzûr û Koma Muzîkê ya Kaldirimê were li darxistin bi hêceta “îxbar heye” hat qedexekirin.
Konsera ku ji aliyê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Taxa Dîkîlî ve li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê were lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat qedexekirin. Bi navê “Konsera Hevdîtina Gel” Koma Mûnzûr û Koma Muzîkê ya Kaldirimê da tevlî konserê bibin. Walitiyê lêgerîna xeta îxbarê ya Miduriyeta Navenda Banga Lezgîn a 112’ê weke hêcet nîşan da.