SEMSÛR - Li Semsûrê, di serdegirtina malan de, 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin û şandin girtîgehê.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê bi rêve bir de, eskeran li gundên Gokçay û Çatalaagaç ên girêdayî navenda bajêr, bi ser malê de girtin û Medet Akar, Cîhan Çitrik û Alî Turak binçav kirin. 3 kesên li Qereqola Cendirmeyan a Bajêr îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin.
Her sê kes piştî îfade dan dozger, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin. Her sê welatî hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.