ENQERE - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta 30’ê îlonê dem daye Tirkiyê û daxwaza berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala û betalkirina biryara mehkûmiyeta wan kiriye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) civiya. Komîteyê biryarên xwe yên derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de, ku tevî biryara DMME’yê nehatine berdan, eşkere kir.
Komîteyê daxwaza berdana Demîrtaş û rakirina mehkûmiyeta wî kir û Komîteyê heta 30’ê îlonê dem da Tirkiyeyê.
Komîteyê bibîr xist ku encamên hemû cezayên neyînî yên ji ber daxuyaniyên Demîrtaş ên di çarçoveya parêzbendiya parlamenteriyê û azadiya îfadeya wî de ne, bi taybetî doza li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê û biryara Dadgeha Bilind a erêkirina biryarê divê ji holê bê rakirin.
Komîteyê daxwaza berdana karsaz Osman Kavala jî dubare kir û biryar da ku heta danişîna çileya pêşîn (kanûnê) li benda berdana Kavala bê sekinandin.