AMED - Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, ji ber ku testa Kovîd-19’ê ya girtiyekî pozîtîf derket, girtiyên din ên di heman odeyê de cara duyemîn xistin karantînayê.
Testa vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ya Eyup Aygan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne ku beriya hefteyekî nexweş ketibû, pozîtîf derket. Hat hînbûn ku Aygan ê bi varyanta Deltayê ketiye, birine odeyeke din. Hat diyarkirin ku Azîz Tekîn, Mehdîn Tekîn, Hebûn Tekîn, Orhan Algan, Ahmet Elçî, Nûrettîn Başgan û Cengîz Bayrak ê di heman odeyê de diman jî ji ber bi Aygan re bûne, xistine karantînayê. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku ji ber girîngiyê nadin paqijiyê gelek caran girtî bi Kovîd-19’ê dikevin û xwestin li dijî belavbûna şewbê bergirî bên girtin.
Testa Kovîd-19 ya Hebûn Tekîn ê beriya niha li wê odeyê dima jî pozîtîf derketibû û 8 girtî xistibûn karantînayê.