MÊRDÎN - Li Qoserê 9 gundên ku rêjeyên derzîkirinê lê kêm in xistin bin karantînayê.
Li 9 gundên girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê bi hêceta ku rêjeya derzikirinê lê kêm in xistin bin karantînayê. Gundên Xursa Navê, Heftxohan, Meşkînan, Xubas, Uzeyr, Çelebîyan, Melho Xurs, Elîpaşa û Hemziyan ên girêdayî navçeya Qoserê xistin bin karantînayê.
Di daxuyaniya Qeyqemeqamtiya Qoserê de ev tişt hat gotin: “Ji ber bexşandîbûna civakî kêm e û belavbûna nexweşiyê rîskê avadike, ji ber parastina tenduristiya gel, pêkanîna karantînayê hatiye danîn."