Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe

img

ŞIRNEX - Bavê Mîraç Mîroglu yê 7 salî ku li navçeya Hezexê wesayîta zirxî lê qelibî û wî kuşt axivî û wiha got: "Polîsê ku maşîneyê li Mîraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûme, lawik li min qelibî ye'. Zarok ne wesayîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe." 

Di 3'ê Îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî qelibî û wî di cih de kuşt. Bertekên malbata Mîroglû yên li dijî kuştina kurê wan didomin. Piştî dayika wî bavê Mîroglû Salîh Mîroglu jî derbarê kuştina kurê xwe û geşedanên herî dawî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'BI DÛÇERXEYÊ HETA DIKANÊ ÇÛBÛ'
 
Bavê Mîoglû Salîh Mîroglû, diyar kir ku maşineyên zirxî 24 seatan bi awayekî lez û bez li taxan digerin û wiha got: "Tişta ku min bihistî maşineya zirxî gelek bi lez derbas bûye. Mîraç nû ketibû 7 saliya xwe. Bi dûçerxeyê heta dikanê çûbû. Ajokarê polîs ku wesayîta zirxî diajot, dibêje, 'min hêdî ajotiye'.  Lê ne wisa ye ew ji 180'ê kêmtir ne hatiye. Divê mirovên xwedî hiş maşineyên zirxî  bi kar bînin. Ev wesayît 24 saetan li taxê digerin. Ev wesayît bi lez diçin. Ew rê ne rêya maşineyên zirxî ye. Zarokê min çû, bila zarokê kesekî din neçe. Tişta ku em ji rayedaran dixwazin ev e."
 
WALÎ POLÎS PARAST
 
Mîroglû, da zanîn ku Waliyê Şirnexê di hevdîtina xwe ya bi wan re de hewl daye ku polis weke bêsuc nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: "Walî ji min re got, 'dîmenê erebeyê li gel me hene û em dibînin ku erebe hêdî diçe. Heke wesayît hêdî hêdî biçûya, dê şimika zarokê min nefiriya ser banê. Zarok 11 metreyan hatiye kaşkirin. Bisqlêt bûye 4 perçe. Heke ku lawik ji aliyekî ve biketa, ew ê li erdê biketa. Heger bi gotina wan be şimikên Mîraç heta banê nedifiriyan û bisiqlêt jî nedibû 4 perçe. Ev wesayît di bin 180'yî de lez nekiriye. Ez bi xwe bi çavên xwe dibînim, her roj dibînim ku wesayîtên zirxî çawa ji taxê derbas dibin. Mesela, em rojê 3-4 caran eywana malê dişon. Ji ber ku yekser dibe toz. Bila êdî hêdî biçin. Di her rojê de herî kêm 50'î carî tên û diçin. Ji bilî rojê. Ew heya nîvê şevê digerin. Di taxê de çi digerin? Wekî din, wesayîta ku li Miraç xist, diçû qereqolê. Mirov bibêje ku bûyerek heye ji ber wê lez kiriye tişteke wisa jî tune ye. Qereqola polîsan li taxê ye. Li derdorê zarok hene, kal û pîr hene. Jiyana wan di xeterê de ye." 
 
ÎFADEYÊ POLÎS: ZAROK LI MIN QELIBÎ
 
Mîroglû, destnîşan kir ku îfadeyê polîs piştî 3 rojan hatiye girtin û ev titş got: "Li gorî tişta ku me bihistî îfadeyê polîs hatiye girtin. Polîsê ku Miraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûm, lawik li min qelibî'. Zarok ne wesaîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe. Ew dibêje, 'ez hêdî hêdî çûm, min dît ku wesayît lerizîye'. Ger wesayîtek zirxî lêxe, tenê ew wesayît dikare were hejandin. Ew wesayît  ne kêmî 10-15 tonî ye. Zarokê 7 salî çawa dikare wesayîta zirxî bihejîne?"
 
'KURÊ MIN ÇÛ BILA YÊ KESEKE DIN NEÇE' 
 
Bav Mîroglû, daxwaz kir ku kesên ku bûne sedema mirina kurê wî bi lez û bez bên girtin û ev tişt anîn ziman: "Tişta  ku ez dibêjim ew kesê ku bûye sedemê mirina kurê min divê were girtin. Bila ew were cezakirin. Ji ber ku ger neyê cezakirin, sibê dê xirabtir bibe. Gelek kes bi vî awayî diçin. Li vir gel xwe ji van wesayîtan diparêze. Kesên ku wesayîtên zirxî diajon li derdora xwe mêze nakin. Dema ku wesayît tê, ger zarokek li ser bisiqlêtê be an jî bimeşe divê raweste. Ew ji bo ewlehiya gel li vir in, lê ew zêdetir zirarê didin gel. Rayedaran gotin ku heta ji destê wan were ew ê bikin, lê daxuyaniya ku polîsan daye derew e. Ez dixwazim ev kes were cezakirin. Divê ew were cezakirin da ku kesek din neke. Ger kesek neyê cezakirin kesek din dê van maşineyan leztir bi kar bînin. Kurê min çû, bila yê kesekê din neçe." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

09/09/2021
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir