ÇEWLÎK - Di saetên êvarê de agir bi daristanên Çiyayê Grîz ê li gundê Elmasit ê navçeya Bongilanê ket.
Li navçeya Bongilanê ya Çewlîkê saet derdora 16.00'an agir bi daristanên Çiyayê Grîz ê li gundê Elmasirt ket. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin tu mudaxale li agirê nayê kirin û şewata daristanê didome.
Şewata ku di 29'ê tebaxê de li navçeya Korxolê derketibû jî piştî 5 rojan hatibû vemirandin.