Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mehmet Akdogan piştî romana xwe ya yekem Bayê Cîlo vê carê bi romana xwe ya bi navê Dengê Zê derket pêşberî xwendevanan. 
 
Berhema ewil a nivîskar Mehmet Akdogan bi navê "Bayê Cîlo" ku ji Weşanên J&J'yê derketibû, niha jî roman ango berhema duyemîn a Akdgaon bi navê "Dengê Zê" ji aliyê Weşanên Payîz ve hat çapkirin. "Dengê Zê" romaneke 330 rûpel e û edîtoriya wê Mehmet Çakmak kiriye. Roman behsa salên 1990'î yên bajarê Colemêrg û Geverê dike. Taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan ya sereke ew e ku mijarên romanên xwe ji qewimînan digire. Hema hema hemû çîrokên ku dihûne bi rengekî li Kurdistanê hatine qewimandin. Di her du romanên Mehmet Akdogan de xwendevan rastî heman taybetiyê tên. Ji ber ku nivîskar bi xwe jî ji wê herêmê ye di romanê de şayesandineke erdnîgariyê ya bêhempa li ber çavê xwendevanan berze dibe. Çiya, newal, çem, dol, bajar, gund… Yek bi yek li ber çavê xwendevan zindî dibin bi saya pênûsa Mehmet Akdogan. Her wiha taybetiya herêmê bi peyv û herikbariya ziman jî xwe dide der. Gelek peyv û pênaseyên li herêmê hene di romanê de cihê xwe digirin.
 
DI NAVA RÛPELAN DE ÇEMÊ ZÊ DIHERIKE
 
Roman navê xwe ji Çemê Zapê digire. Li herêmê ji Çemê Zapê re Çemê Zê tê gotin. Gava mirov xwe bi pelên romanê de berdide, ji serî heta dawiyê Çemê Zê ahenga xwe winda nake. Roman bi bûyer û şayesandinê têra xwe herikbar e û xwe disipêre herikbariya Çemê Zê. Akdogan di romana xwe de ji bo Çemê Zê pênaseyeke wisa dike: “Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng derdixist û gur bû. Her dema di ber Çemê Zê de derbas dibûm, çavên min li ser wî diman û diketim nava fikarên kûr. Nihêniyeke newala Zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.”
 
JI COLEMÊRGÊ DEST PÊ DIKE Û LI GEVERÊ DIQEDE 
 
Romana Dengê Zê, ji devê zarokekî ku nû dest bi ciwaniyê dike tê vegotin. Mistefa ji gundê xwe ji bo xwendina medreseyê diçe bajarê Colemêrgê. Bi vegotina Mehmet Akdogan bajarê kend û kortan. Ji aliyekî ve ji ber ku ji gundê xwe dûr ketiye gelek xerîbî dikişîne û ji aliyekî ve jî bi tirsên xwe re rû bi rû dimîne. Axir hevalê wî Yûsif jî xwe digihîne wî. Yûsif jî wekî Mistefa ji gundê xwe nû derdikeve û ji lîstika gûzan gelek hez dike. Di romanê de her çiqas gelek karakter hebin jî her du karakterên di temenê hev de her sereke ne. Bûyer ji medreseya kurdî dest pê dike lê ji ber polîtîkayên dewletê her ku diçe bûyerên salên 1990'î ku bandoreke gelek mezin li civaka Kurdistanê kiriye, xwe didin der. Mistefa û Yûsif, gelek caran şahidiya van bûyeran dikin û di nava nakokiyên mezin de heyirî dimînin. Bûyer ji bajarê Colemêrgê dest pê dikin û li Geverê didomin. Yanî destpêk Colemêrg û dawî jî Gever e. 
 
QALA ZORDESTIYAN DIKE 
 
Pêkutî, zordestî, cinayetên kiryarên nediyar yên ji aliyê dewletê ve bi destê Hizbullahê ve pêk tên roj bi roj di romanê de zêdetir dibin. Li hemberî bûyerên ku diqewimin gelek caran pirçûnekên canê mirov hildibin. Lê her ku roman pêşde diçe taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan derdikeve pêş. Nivîskar ji aliyekî ve bûyeran wekî ku qewimîne bi çavekî rasteqîn dide lê ji aliyê din ve jî berxwedan û raperîna gelê kurd jî bere bere dihûne. Di romanê de ji ber bûyerên giran ku li ber çavê mirov carekî din zindî dibin, gelek xembarî dide. Lê gava li hember van bûyeran geşbûna têkoşîna gelê kurd jî berze dibe, hêvî û şahiyeke nû bi mirov re peyda dibe. Mehmet Akdogan di nivîskariya xwe de di vir de dikeve dewrê. Li hemberî tariyê şerê ronahiyê jî datîne. Di destpêkê de tarî hêzdar e, gelek jî bi ser dikeve lê berxwedan û hewildana ronahiyê di encamê de xwe dide der û wek hêviyeke mayînde di dilê mirov de bi cih dibe.
 
CIH DIDE KAREKTERÊN JIN 
 
Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Akdogan di romanên xwe de cih dide karakterên jin ku ev karakter rewşa hemû bûyeran diguherînin. Di romana Bayê Cîlo de karakterên Gulê û Saryayê veguherînên mezin pêk anîbûn. Di romana Dengê Zê de jî vê carê em leqayî Sebrê tên. Dîsa di romanê de her çiqas vekirî neyê dîtin jî diya Mistefa ji gelek aliyan ve roleke mezin dilîze. Mehmet Akdogan ligel zimanê xwe yê herikbar ku ew dibêje "min havênê romanê ji diya xwe wergirtiye", vê carê romana xwe bi tevneke din dihûne. Heta beşa dawî roman di ritmekê de diherike lê gava em beşa dawî dixwînin her tiştên ku em dizanin serobin dibin. Ji hêlekê ve zimanekî herikbar, şayesandinên xurt, çîrokên rasteqîn û ji hêla din ve jî metafor û sembolên cihêreng seranser mohra xwe li romanê daye. 
 
"Dengê Zê, bi şev û roj şahê newala xwe bû, hîn jî wisa ye…"     
 

Sernavên din

03/09/2021
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe