AGIRÎ - Cenazeyê Mehmet Tûran ê di teqîna cismekî ku zarokan ji Çiyayê Tendûrekê anîbûn malê de jiyana xwe ji dest da, li Giyadinê hat definkirin.
Li goma Çoban a gundê Haci Halît ê girêdayî navçeya Giyadin a Agiriyê, zarokên ku cismek ji Çiyayê Tendûrekê anîn malê teqiya bû. Di teqînê de Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Tûran piştî karê otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê hat girtin û duh bişev li goristana Giyadinê hat definkirin.
TEDAWIYA 2 KESAN DEWAM DIKE
Tedawiya Dîlan Tûran û Sevîm Tûran ên di teqînê de birîndar bibûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê dewam dike. Ecem Tûran û Nesîm Tûran ên di teqînê de sivik birîndar bibûn jî, ji nexweşxaneyê hatin derxistin.