MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin

  • rojane
  • 09:07 20 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Yûsûf Çakas, diyar kir ku dewlet bi kûrkirina tecrîdê dixwaze girtiyan têxe bin kontrola xwe. Çakas, destnîşan kir ku girtî bi her awayî tên tecrîdkirin. 
 
Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hatin destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve didomin. Rêvebirê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û endamên Komîsyona Gitîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Çakas, diyar kir ku li hemberî girtiyan pergaleke li ser asasê "hiqûqa dijminatiyê" hatiye avakirin heye û girtîgeh bûne qada binpêkirinên mafan. 
 
Çakas, bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Di germê de, ji bo hinkayiyê tiştekî nakin. Bi perwaneyekê odeyeke 10-20 kes lê dimînin tê hênikkirin. Ji ber ku her der girtî ye û dîwar bilind in, ba jî nayê. Lewma demildest li girtîgehan divê havînan pirsgirêka germahiyê û zivistanan jî pirsgirêka sermayê bê çareserkirin. Girtiyên nexweş ên di ser 60 salî re hene. Ev prisgirêk, pirsgirêkeke ku dibe sedema mirina girtiyên nexweş. Li girtîgehan fatûreyên giran ên ceryanê li girtiyan tên birîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Li qawîşên ku 10-15 kes lê dimînin, bi hinceta 'ewlehiyê ' ji girtiyan re dibêjin ancax 'sê kes dikarin bi hev re êne bigirin.' Her wiha nahêlin wêneyyên xwe ji girtîgehine din re bişînin." 
 
‘POŞMANTÎ TÊ FERZKIRIN’
 
Çakas, destnîşan kir ku îdareyên girtîgehan bi israr pirsên wekî "hûn poşman in?" ji girtiyan dipirsin û got: "Ên dibêjin 'em ne poşman in, mafên wan ên berdana bişertî tê binpêkirin. Bifikirin hikumxwarek di hemû astên darizandinê de, çi li midûrieta polîsan çi jî li dadgehê sûcê tê îdiakirin qebûl nekiriye û bi israr aniye zimên ku ne sûcdar e, lê radibin mafê berdanê a bi şertî, di 'poşmantiyê' de asê dikin. Jixwe hikumxwar gotiye 'ez ne sûcdar im.' Lewma ev ferzkirin nayyê qebûlkirin. Ev pirs, hem dijî hiqûqê hem jî dijî mantiqê ye." 
 
TECRÎD
 
Çakas, ji bo polîtîkayên tecrîdê jî destnîşan kir ku divê bi awayekî giştî bê nirxandin. Çakas, anî ziman ku tecrîda li Îmraliê di şexsê Ocalan de pêk tê, di dema pandemiyê de li tevahiya girtîgehan belav bûye û got: "Hemû fealiyetên civakî hatine sekinandin. Girtî û hikumxwar bi her awayî tên tecrîdkirin û nerihetiya xwe ya di vî warî de tînin zimên. Dibêjin li derve her tişt asayî bûye, çima li girtîgehan ne asayî ye. Di vir de ya dertê pêşiya me, li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ye. Lewma girtî û hikumxwar li dijî vê polîtîkayê ji 27'ê Mijdara 2020'an heya niha di greva birçîbûnê de ne. Ev çalakî, li dijî tecrîda di şexsê Birêz Ocalan de pêk tê û bipêkirinên mafan e." 
 
‘DI GIRTÎGEHÊ DE RAGIRTINA OCALAN BÊHIQÛQÎTÎ YE' 
 
Çakas, bibîr xist ku mafê girtiyan e hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin û got: "Pêkanînên ji xeynî vana hemû tecrîd in. Êdî divê mirov tiştên divê li dijî tecrîdê bên kirin nîqaş bike. Divê bê dîtin bê ev tecrîd bandorek çawa li Tirkiyeyê dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dibêje kesekî ku ji 25 salan zêdetir di girtîgehê de bimîne, ev bêhiqûqîtî ye. Lewma li girtîgehê ragirine hikumxwarin cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn ên di ser 25 salan re û ragirtina Birêz Ocalan bêhiqûqîtî ye." 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Çakas, bibîr xist ku di biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn de çalakiyên greva birçîbûnê di çarçoveya azadiyê de tên nirxandin û got: "Li girtî û hikumxwarên di greva birçûbûnê de bi awayekî rêk û pêk cezayê dîsîplînê tên birîn. Heger kesek daxlî nav gelek grevên birçîbûnê bibe, ew qasî jî ceayê dîsîplînê lê tê birîn. Daxwazên çalakiyên greva birçîbûnê yên didomin, hem li gor mewzûata Tirkiyeyê jî ya navneteweyî ne. Em çalakiyên greva birçîbûnê yên berê bibîr dixin û lewma demildest divê îqtidar dev ji vê bêdengiyê berde. Heger li gor Qanûna Bingehîn çalakiyên greva birçîbûnê azadiya fikir û ramanê be, nexwe divê beramberiya wan ne cezayên dîsîplînê bin." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Çakas, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Em behsa girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn û nayên berdan dikin. Rapora 'dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' dane Mehmet Emîn Ozkan. Li bara me hiqûqnasan û li bara civakê tu qîmeta vê raporê tune ye. Dê Ozkan çawa bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne? Heman raporê didin girtiyê ku her du lingên wî jî tune ne. Ev yek me qaneh nake. Di vir de du tişt derdikevin pêşiya me; Raporên saziyên tiba edlî yên bi vî rengî nayên qebûlkirin. A din jî, piştî raporên saziyên tiba edlî vê carê bi hinceta 'dibe ku ji bo ewlehiyya civakê talûke be' înfaz tê domandin. Domandina înfaza kesekî/e ku nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne nayê qebûlkirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çakas, destnîşan kir ku pirsgirêkên ku li girtîgehan rû didin û polîtîkayên tecrîdê pirsgirêkên hemû civakê ne û lewma divê civak di vî warî de hesas be û dengê xwe bilind bike. 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

23/08/2021
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket