Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:06 30 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 246'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 225’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 208'emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 48'emîn, di roja 246'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 225’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 225'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 208'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 208'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

31/07/2021
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat