'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’

  • rojane
  • 09:01 19 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Yasîn Can ê di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû, diyar kir ku pir dereng mudaxileyî birîndaran hat kirin, mirin pir zêde bûn û got: “Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar wê dewlet be.” 

Ciwanên ji bo biçin bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniya zarokên wir bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), hatin navçeya Pirsûs a Rihayê. Ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişeke xwekujî ya DAIŞ'ê hatin û di êrişê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes birîndar bûn. Bi cih ne anîn edaletê ya têkildarî komkujiyê, êşê nû dihêle. Yasîn Can ê yek ji 104 kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn, diyar kir ku heta  edalet pêk were, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
KELEHA RÛMETA MIROVAHIYÊ
 
Can, da zanîn ku wan sedama xwe ya çûna Pirsûsê bi awayekê zelal li ser medya dijîtal û li kolanan bi bangan aşkere kirin û wiha axivî: “Agahiya sazî û dezgên dewletê ji vê hevdîtina me hebû. Gelo em çima çûn wê derê? Li wê derê şerêkê qirêk dihat birêve birin. Li wê derê DAIŞ’ê û yên pê re tevdigeriyan, zirarek mezin dabûn jiyîn. Bi hezaran jin, zarok û ciwan qetil kiribûn. Lê kesên li wê derê tevî hemû tifaqên qirêj jî bi ser ketibûn. Kobanê, ku em dikarin wekî keleha rûmetê ya herî dawî ya mirovahiyê ya ji bo cîhanê pênase bikin, serkeftin bi dest xistibû. Ev li ber çavên me bû. Min jî weke ciwanek Kurd û mirovekî li hemberî tiştên li Kobanê qewimîn nekarî bêdeng bimînim. Wijdana min, exlaqê ku min stendi, ez ji vê dûr nexistim. Piştî serkeftinê derfetên çûna wê derê ava bûn. Di heman demê de, derfetên avakirina pirtûknaxe, erdên şaxan û parkên zarokan çêbûn. Me xwest em pêlîstokan ji zarokan re bibin û van derfedan binirxînin. Em bi vê armancê ketin rê.”
 
ASTENGKIRINA POLÎSAN
 
Can, bi bîr xist ku 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, yekser nemirin û wiha bi lêv kir: “Gelek birîndar piştî teqînê hişyar bûn. Min bi xwe bi çavê xwe dît ku rewşa 12 kesan bû. Ji ber ku dereng mudaxileyî birîndaran hat kirin, polîsan bombeyên gazê avêtin, li nexweşxaneyê bijîşk kêm bûn û polîsan astengî derxistin, 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan êrişî gel kir û gule berdan. Ger mudaxile zû bihata kirin, me yê ewqas heval winda nekiran. Dibe ku 12 hevalên me yên din jî xilas bibûyan.”
 
BI NIŞANEYA SERKEFTINÊ XATIR XWESTIN
 
Can, dest nîşan kir ku piştî wî ev rewş dît, ji xwe re gotiye “Her tişt heya vê derê ye” û wiha pê de çû: “Bêhna min kêlî bi kêlî teng dibû û ji ber windabûna xwînê bêtaqet diketim. Pir baş tê bîra min, min hîs kir ku dawiya demê hatiye. Ji ber wê min nîşaneya serkeftinê dikir. Lê ji ber windabûna xwînê, destê min di hewade ne dima. Dengê min dernediket. Min dixwest ku kêlî bi kêlî nîşana serfiraziyê werim tomar kirin.”  
 
POLÎSAN HESAB NEDAN
 
Têkildarî doza hat vekirin jî Can, wiha axivî: “Di doza hat vekirin de, me pirs ji dadgehê kirin. Ew der bibû gola xwînê. Çawan dibe ku gaz bê bikaranîn? Me ev pirs kir. Lê bersiva pirsên me nehat dayîn. Em vî wijdanî ji qetlîamên Amed, Dîlok û Enqerê dizanin. Me xwest bên li gorî qanûnên xwe hesab bidin. Lê ev daxwazên me hatin qebûl kirin. Herî dawî ji ber îhmalkariya peywirê 7 hezar û 500 lîre ceza li Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê hat birîn. Encama danişînê, ji dest pê kê ve diyar bû. Li Tirkiyeyê, di wê dîrokê de gelek komkujî pêk hatin. Tu encam derneket holê. Ji bo vê tu baweriya me tuneye. Ji ber ku dewlet berpirsiyara xwe qebûl nake. Kesên komkujî asteng nekirin, berpirsiyarin. Divê karmendên îstixbaratê, polîs û vîna siyasî ya ku wan li wê derê bi rêve dibe werin darizandin. Li gorî agahdariya rapora îstixbaratê ya wê demê jî, miduriyeta polîsan bergirî ne girtiye.”
 
BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNÊ
 
Yasîn Can, dest nîşan kir ku ji berk u dewletê nekarî hemwelatiyên xwe biparêze, ji sedî sed berpirsiyare û wiha bi dawî kir: “Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar wê dewlet be. Heta ku berpirsiyar derkevin holê jî, em ê mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Ji ber vê em hîna jî di biryardariya xwe ya têkoşînê de ne.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

19/07/2021
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye