6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin

  • rojane
  • 09:00 18 Tîrmeh 2021
  • |
img

RIHA - Şahidê Komkujiya Pirsûsê Parêzer Serdil Îzol, anî ziman ku tê xwestin dosye bi bersûcekî tenê bê girtin. 

Piştî ku DAIŞ'ê li Kobanê têk şikiya, li gelek deverên Tirkiyeyê dest bi êrişên xwekujiyê kiribû. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, li Pirsûsê hedef hatibûn girtin û 33 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji çar hawirdorên Tirkiyeyê gelek kes ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, berê xwe dabûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Ev kes berî ku ber bi Kobanê ve biçin, li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn. Piştî demekê di nav van kesan de bombeyek teqiyabû. 
 
Xwekuj Şeyh Abdûrrahman Alagoz, 33 kes kuştibûn û di ser 100 re jî mirov birîndar kiribûn. Birayê wî Yûnûs Emre Alagoz jî, paşê bûbû kujerê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê. 
 
Çendî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, tenê bersûc Yakûp Şahîn tê darizandin. Heya niha 19 danişîn hatine lidarxistin û di danişîna dawî de dozger mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû li bersûc 37 caran cezayê muebeda giran bê birîn. Bersûc Şahîn jî di parastina xwe de derpêş kiribû ku wekî "qurban" hatiye bijartin. 
 
Ji parêzerên doza Pirsûsê Serdizl Îzol, pêvajoya darizandinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
DAXWAZ TIM HATIN REDKIRIN 
 
Îzol, anî ziman ku hem şahidê dosyeya dozê hem jî parêzerê wê ye, di lêpirsînê de tiştekî pir berbiçav nehatiyye kirin, daxwazên wan tim hatine redkirin, delîlên nû bi dest nektine û delîlên daxilî nav dosyeyê hatine kirin jî bi tu awayî nehatine vekolandin. Îzol, bilêv kir ku daxwaza wan a ji bo bersûcê doseyê Yakûp Şahîn ê girtî bê danişînê jî di hemû danişînana de hatiye redkirin. 
 
Parêzer Îzol, diyar kir ku delîlên di dosyeyê de aşkere ne lê belê çi di dema lêpirsînê de çi jî di dema dadgehê de beyaneke bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî û bersûc Şahîn ên derbarê teqînê de tune ne. Îzol, di danişîna dawî de ji dadgehê xwestine ew bi xwe lêkolîn bikin û delîlan berpêş bikin, lê belê dadgehê daxwazên wan ên di vî warî de jî qebûl nekirine.
 
Îzol, destnîşan kir ku tê xwestin darizandin tenê bi bersûcê girtî û du bersûcên firarî bê domandin. 
 
HÊZÊN TAYBET ÊN NAXWAZIN DOSYE AŞKERE BIBE! 
 
Parêzer Îzol got: "Ên di dema lêpirsînê de biryara veşarî dan, ên ragihandin ku 5 saet dîmenên di dosyeyê de winda ne û yên Abdûllah Omr Aslan ku beriya bûyerê û piştî bûyerê dîmen girtibûn berdan û naxwazin bi tu awayî delîlên dosyeyê bên nîqaşkirin, naxwazin dosye aşkere bibin. Ev hêzên taybet in." 
 
Parêzer Îzol, li ser Abdûllah Omer Aslan jî sekinî ku piştî teqînê ji aliyê gel ve hatibû zevtkirin û radestî polîsan hatibû kirin û nehatibû aşkerekirin ku ji bo çi Aslan li wir e. 
 
Îzol, bibîr xist ku ji bo ev kes neyê lînçkirin polîsan riya wî qusandine û ew ji cihê bûyerê bi dûr xistine. Îzol, anî ziman ku tişta ecêb jî piştî îfadeyê ev kes demildest hat berdan. Îzol got: "Ma qey polîs meqameke wisa ne ku zûzûka bêtawaniya vî kesî tespît dikin û wî berdidin? Tişta ku divê bê nîqaşkirin ev e. Li gor çi îfadeya wî girtin û çawa pê amin bûn û ew berdan? Ji ber ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebû, piştî îdianame hat amadekirin em pê hesian ku derbarê vî kesî de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Me îtiraz kir, lê îtiraza me hat redkirin. Bi vî awayî ev kes ji weziyeta gumanbariyê hat derxistin." 
 
Îzol, diyar kir ku xwestine Aslan wekî şahidê bê guhdarîkirin, lê belê Aslan di beyanên xwe de negotiye ji bo çi hatiye Pirsûsê û hatiye cem kê. 
 
Îzol, bilêv kir ku Aslan derpêş kiriye ku bi navnîqasyonê hatiye pirsûsê, lê negotiye ji bo çi li wir dîmen girtine. Aslan got: "Dadgehê giliyê wî kir. Lê li gel hemû beyanên wî yên li hev derneketin û li gel ku di çenteyê wî de alaya DAIŞ'ê hat dîtin jî, cardin derbarê wî de biryara neşopandinê hat dayîn. Me îtiraz kir, lê encam li holê ye. Em dibînin ku derbarê vî kesî de tu tişt nehatiye kirin. 
 
Bersûc dibêje tu eleqeya wî bi komkujiya Pirsûsê re tune ye. Dibêje li gor peymana ku li midûriyeta polîsan kiriye îfadeyek wiha daye. Beyanên xwe yên di dosyeya Pirsûsê de hemûyan înkar dike. Her wiha delîlek nayê berpêşkirin ku ev beyan bi çi awayî dane. Çima îfadeyek wisa daye, wî û kê li hev kiriye û bi çi şertî kiriye? Van tiştan nabêje. Mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne. Gava diaxife gefan li malbatan û parêzeran dixwe. Dibêje wekî qurban hatiye bijartin. Lê beyaneke ku dosyeyê zelal bike nabêje. Di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de heye, lê xwe wekî mexdûran dide der û dixwaze xwe ji vê dosyeyê xelas bike. Ji bo dosyeyê pêwendiyên din nehatine tespîtkirin. Ev dosye, bes divê di ser Şahîn re neyê birêvebirin." 
 
DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ GUHDARÎKIRIN 
 
Îzol, bilêv kir ku heger dosye li gel ev qas kêmasiyan bi dawî bibe, dê wijdanê raya giştî nerihet bibe û got: "Çimkî d hundirê dosyeyê de du bersûcên firar hene. Belgeyên derbarê Komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê de hene. Heya ev nakokî neyên çareserkirin, divê biryar neyê dayîn. Biryar bê dayîn dê edalet pêk neyê. Her wiha bi SEGBÎS'Ê beşdarbûyîna bersûc Şahîn nayê qebûlkirin. Pêşî divê ev bên çareserkirin. Heger biryarekê bê dayîn, divê birareke wijdanî û hiqûqî bê dayîn. Di vê dosyeyê de daxuyaniyên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû hene. Ev daxuyanî, daxuyaniyeke ku komkujia Pirsûsê zelal bikin. Em xwest wekî şahid bê guhdarîkirin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Niha delîla herî berbiçav daxuyaniyên wî ne. Daxwaza me ya ji bo guhdarîkirina Davûtoglû tim hat redkirin." 
 
‘EM ŞOPDARÊ WÊ NE' 
 
Parêzer Îzol, herî dawî bal kişand ser nedaxilbûna Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê ya nav dosyeyê jî. Îzol got: "33 welatiyên we hati kuştin, lê hûn daxilî nav dosyeyê nabin. Ma qey di vir de zirareke manewî ya raya giştî tune ye? Divê şopdarê ewil ê vê dosyeyê wezaretbûna. Dixwazin bi bersûcekî girtî û du bersûcên firarî dosyeyê bigirin. EV ne biryareke adil e. Em hewil didin pêşî li ber vê bigirin. Di vê dosyeyê de biryara darizandina adil tê binpêkirin. Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin û em ê heya dawiyê şopdarê vê dosyeyê bin." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

19/07/2021
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye