Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye

  • rojane
  • 23:08 17 Tîrmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li Silopiyayê di şayiya gel de diyar kir ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê şikandin demokrasî ne pêkan e û got: "Êdî dema yekîtiya kurdan û şikandina tecrîdê ye." 
 
Li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya MEBYA-DER û MED TUHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Dema Dema Azadiyê ye" şayiyek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz û bi hezaran kes tevli şayiyê bûn. Li qadê pankartên li ser "Êdî Bes e! Dem dema azadiyê ye" û "Ji şer re na, aşitî" nivîsandî hatin daliqandin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Gel bi kncên xwe yên gelêrî bi berzkirina dirûşmeya "HDP, gel e, gel li vir" govend gerandin. 
 
Şayî ewilî bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî endama TJA'yê Asûman Kulter axivî. Kulter ji bo şikandina tecrîdê bang kir û got: "Heya girtiyên me azad bibin e mê li ber xwe bidin. Em we hemûyan silav dikin." 
 
‘DEMA AZADIYÊ' 
 
Paşê Hevserokö HDP'a Silopiyayê Kadîr Konûr axivî. Konûr, bal kişand ser êrîşên li ser HDP'ê û got: "Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin, çok daneynin û serî netewînin. HDP, gel e. Hûn wan bigirin jî HDP, hêvî ye ji bo gelan. Şayiya me ya azadiyê û cejna me ya azadiyê pîroz dikim. Dema azadiyê ye." 
 
'EM CARDIN LI QADA NE' 
 
Paşê Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk gel silav kirin. Gel jî got "Silopiya bi we serbilind e" û xwedî li hevşaredarên xwe derketin. Hevşaredar Fîdan got: "Em duh jî li qadan bûn û em niha jî cardin li qadan e û em ê sibê jî li qadan bin." 
 
‘DAWIYA AKP-MHP'Ê HATIYE' 
 
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku gelê kurd tu carî serî netewandiye û got:: "Kesên dijminatiya kurdan bikin, dê perçe bibin. Dawiya tifaqa AKP-MHP'ê hatiye. Bi berxwedana we dawiya wan hatiye ye. Dermanê faşîzmê HDP ye." 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Girtiyên azadiyê 233 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Ji bo tecrîda li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li ser Birêz Ocalan bê rakirin di greva birçîbûnê de ne. Bi tecrîdê li hemberî mirovahiyê sûc tê kirin. Ji bo ev sûc bê rakirin di grevê de ne. Ji bo tecrîd bê şikandin û ji bo azadiya Birêz Ocalan di grevê de ne. Girtî ji 14'ê Tîrmehê heya niha girtîgeh veguherandine qadên azadiyê û berxwedanê. Niha girtiyên azadiyê ji ber vê li girtîgehan li ber xwe didin. Dixwazin ev sûc ji holê bê rakirin. Lewma em dibêjin heya tecrîd bê şikandin em ê li ber xwe bidin." 
 
‘HEYA TECRÎD NEYÊ RAKIRIN DÊ DEMOKRASÎ NEYÊ' 
 
Aydenîz, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê bar hemû ne li ser milê girtiyan be û daxwazên girtiyan daxwazine hiqûqî ne. Aydenîz got: "Lewma divê tecrîd bê şikandin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin. Lewma em dibêjin heya tecrîd neyê şikandin dê grevên birçîbûnê bidomin. Tecrîda li Girava Îmraliyê dest pê kiriye, li tevahiya welat belav bûye. polîtîkayên qirêj, polîtîkayên şer û polîtîkayên qeyûman hemû girêdayî tecrîdê ne. Heya tecrîd neyê rakirin dê krîzên aborî, siyasî û civakî bidomin. Heya tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê demokrasî neyê. Ji bo demokrasiyê demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Niha ji bo Ocalan li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Dê Ocalan demokrasiyê bîne Kurdistan, Rojahilata Navîn û Tirkieyê." 
 
‘DEMA YEKÎTIYÊ' 
 
Herî dawî Aydenîzê got: "Dewleta tirk dixwaze li hemû perçeyên Kurdistanê kurdan biqedîne. Kurd, li hemberî vê têdikoşin. Niha heger em nebin yek, dê ev hewildanên qirêj bidomin. Divê em li her çar perçeyan bibin yek. Ne ji bo perçeyekê, ne ji bo malbatekê, ne ji bo partiyekê ji bo tevahiya Kurdistanê divê em bibin yek. Em niha di vê şayiyê de dibêjin dem dema azadiyê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Îro dema dema şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e." 
 
Şayî, bi stranên Koma Awazên botan, hunermend Merve Admiş û Azad Bedran bi dawî bû." 

Sernavên din

19/07/2021
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye