Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe

  • rojane
  • 09:10 16 Tîrmeh 2021
  • |
img
RIHA - Li Bêrecûkê, pira ku 70 sal berê ji bo kesên biçin nav baxçeyên xwe hatiye çêkirin û niha bi hezaran kes di ser re diçin û tên, ji ber ku li derdora wê cax tune ne, bûye cihê talûkeyek mezin. 
 
Li Taxa Kûrtûlûş a navçeya Bêrecûk a Rihayê, pira li ser rêya Dîlok-Rihayê, bûy cihê talûkeyek mezin. Pir, di sala 1951'ê de bi piranî ji bo kesên biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hatiye çêkirin, niha qirçînî ji stûnên wê tê. Pir, 10 metreyan bilind e û li derdora wê tu cax tune ne. Şêniyên taxê anîn ziman ku ji bo vê gelek caran serî li şaredariyê dane, lê belê tiştek nehatiye kirin. 
 
BI HEZARAN KES DI SER RE DIÇIN Û TÊN 
 
Esnaf Mûzaffer Hocaoglû (50) anî ziman ku temenê pirê 70 sal e û niha 20 hezar kes di ser re diçin û tên. Hocaoglû got: "Bûye cihê talûkeyek mezin. Tiştekî nakin. Ma gere hin kes bimirin paşê tevdîr bên girtin?" 
 
Hocaoglû, da zanîn ku kesên diçin nexweşxaneyê di ser vê pirê re diçin û tên û got: "Wekîd in alternatîfek wan tune ye. 10 metre bilind e û wesayît di bin re diçin û tên. Zarok jî pir di ser re diçin û tên. Heger keysa xwe winda bikin, dê bikevin nav wesayîtan. Her cara ku em di ser re diçin diheje. Dibe ku em bikevin an jî pir bi ser wesayîtan de bikeve. Berê hin qeza çêbûn. Divê bê tamîrkirin an jî pirek nû bê çêkirin." 
 
Hocaoglû, bilêv kir ku gelek caran serî li şaredariyê dane û daxwazname dane, lê tiştek nehatiye kirin. 
 
Mahmût Demîr (24) ku mala wî nêzî pirê ye, anî ziman ku berê gelek qeza çêbûne. Demîr got: "Ji ber ku nexweşxaneya dewletê li vir e, mirov di ser vê pirê re diçin û tên. Her roj bi sedan nexweş di ser re diçin û tên. Lê kesên berasteng nikarin di ser re biçin. Ji lew re zemîna pirê li gor sendelyeyên bi teker nehatiye çêkirin. Ji ber ku mala me nêzî pirê ye, hin welatiyên berasteng ji me dixwazin em aliyên wan bikin. Car heye em wan li pişta xwe dikin û dibin wî aliyê rê. Hema bibêje 20 hezar kes di ser re diçe û tê. Divê rayedar tiştekî bikin." 
 
DÎROKA PIRÊ
 
Abdûllah Bozkûrt (85) diyar kir ku bi zorê di ser pirê re diçe. Bozkûr, da zanîn ku ji bo ku mirov biçin nav baxçeyên xwe ev pir hatiye çêkirin, lê belê niha bi hezaran kes di ser re diçe û tê û got: "Berî pir bê çêkirin, ev der giş baxçe bûn. Li cihê pirê jî boriyeke mezin a avê hebû. 70 sal berê, ji bo mirov biçin wî aliyî ev pir hat çêkirin. Her ku çû li derdora wê xanî hatin çêkirin." 
 
Bozkûrt, bilêv kir ku ji ber ku nexweş e, tim diçe nexweşxaneyê û got: "Gava diçim diêşim. Tenê ne ez, hemû welatî zehmetiyê dikişînin. Ev pir, ji bo ku 20 hezar kes di ser re biçin û bên nehat çêkirin. Heger li dewsa wê bihurek baş çêbikin ê baş be. Siyasetmedarên di dema hilbijartinan de tên gotin 'nexweşxane hat çêkirin, em ê vê pirê jî nû bikin.' Pireke pir talûke ye. Ma qey rayedarên di vê rêyê re derbas dibin vê pirê nabînin?" 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

19/07/2021
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye