Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin

  • rojane
  • 14:08 5 Tîrmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Hêzên Demokrasiyê li Enqereyê daxuyanî dan û gotin: “Em mafê HDP’ê yê siyasetê diparêzin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê piştevaniya HDP’ê bikin.” 
 
Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi sernavê “Em Mafê HDP’ê yê Siyasetê Diparêzin” civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên 45 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. 
 
‘EM LI GEL HDP’Ê NE’ 
 
Di civînê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li ser navê Hêzên Demokrasiyê û Kedê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê û mafê mirovan mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û ew serdemek dijwar de derbas dibin û ji bo vê yekê ne girtina HDP’ê dixwazin demokrasî û mafê mirovan li pêş bikeve. Turkdogan anî ziman ku Tirkiye veguheriye zindana muxalîf têde tên hefskirin û binpêkirina mafê mirovan ên giran diqewimin û tê xwestin ku Pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din bi rêbaza zordariyê were çareserkirin û ev yek rê li ber qetliyam û tundiyê vedike. Turkdogan got heke HDP were girtin wê darbe li siyaseta demokratîk û Tirkiyê were xistin. Turkdogan destnîşan kir ku ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin piştevaniya li dijî bêhiqûqiyê. 
 
TENDURISTIYA XELKÊ XERA BÛYE 
 
Sekreterê Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Vedat Bûlût jî da zanîn ku li bajarên kurdan tenduristiya xelkê hatiye xerakirin û ew piştevanê HDP’ê ne. 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan jî diyar kir ku heta ew jiyanek azad biafirînin dê têbikoşin û wê ji girtina partiyan re bêjin na.
 
Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) Fevzî Ayber jî anî ziman ku ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û ew hewldana girtina HDP’ê êrişek li dijî hemû hêzên demokrasiyê dibînin û ji ber vê yekê ew li dijî van êrişên li ser HDP’ê ne. 
 
‘EV REJÎM NAYÊ REFORMEKIRIN’ 
 
Nivîskar Fîkret Başkaya jî axivî û destnîşan kir ku ev rejîm nayê reformekirin û lê guhertina wê gelek hêsan e. Başkaya got tenê ne HDP tevahiya muxalefetê di hedefa êrişan de ye û ji bo HDP neyê girtin her tişt di destê muxalefetê de ye. Başkaya destnîşan kir ku HDP ne bi tenê ye û bi milyonan kes li pey HDP’ê ne û ew ê li dijî hewldana girtina HDP’ê derkevin û xwedî li demokrasiyê derkevin. 
 
BANGA MUXALEFET HEV BIGIRE 
 
Serokê Federasyona 78’an a Şoreşger Ahmet Tellî yê helbestvan jî xwest hemû muxalefet bibe yek û xwedî li HDP’ê derkeve. 
 
 
SAZIYÊN PIŞTEVANÎ DIDIN HDP’Ê 
 
Navê rêxistin û saziyên civîn li dar xistin wiha ne: “Federasyona Bektaşî Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Komeleya Çandê ya Elewiyan, Helwdana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Komeleya Li Dijî Darbeyên Leşkerî, Partiya Şoreşger a Yekgirtî, Komeleya Rojnamevanan a Hemdem, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, Koordînasyona Komeleyên Xwecihî ya Demokratîk,  Ji bo Yekîtiyê Demokrasî, Partiya Herêmên Demokratîk, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Karkeran, Federasyona Şoreşgerên 78’an, Federasyona Komeleyên Dersimê, Partiya Karkerên Şoreşger û Sosyalîst, Grûpa Diyalogê, Hewldana Li Dijî Sûcê Ramanê, Partiya Kedê, Partiya Sosyalîstan a Bindest, Partiya Tevgera Kedê, Yekîtiya Ekolojiyê, Malên Gel, Kongreya Demokratîk a Gelan, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyê, Platforma Maf û Edaletê, Komeleya Çandê ya Hubyar Sultan Alevî, Komeleya Mafê Mirovan, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Partiya Çep, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Partiya Karkeran a Tirkiyê, Partiya Civakî ya Azadî, Partiya Çep a Kesk, Hewldana Welatî, Hewldana 78’an.” 
 

Sernavên din

07/07/2021
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin