Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • rojane
  • 09:01 5 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 221 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 200’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 183’yemîn de dewam dikin. 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 45'emîn dewr girt di roja 221'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 200’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 200’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 183'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 183'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

07/07/2021
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin