Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye

  • rojane
  • 10:19 30 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Herdem Mervanî yê beşdarî komxebata “Dem dema parastina ziman e” bû, diyar kir ku parastina zimanê Kurdî, berpirsiyartiyek neteweyî ye. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî, got; “Yên ku nekarin xwedî zimanê xwe derkevin, wê nekarin xwedî pêşeroja xwe jî derkevin.” 

 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çand a Mezopotamya (MED-DER) û Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) komxebata bi şîara “Dem dema parastina ziman e” du rojan li dar xistin. Komxebat li Amedê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Wêjevanên Mezopotamya, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Zimanê Kurdî, Egîtîm Sen, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê, Pena Kurd, Komîsyona Ziman a HDP’ê û Komeleya  Wêje ya Çand û Huner a Jinê (KASED) beşdarî komxebatê bûn.   
 
DEM DEMA PARASTINA ZIMANE
 
Di komxebata du rojan dewam kir de, xebatên ku heta niha ji bo şaredariya pir zimanî di rêveberiyên herêmî de hatine meşandin hatin nîqaşkirin. Di roja ewil a komxebatê de, endamên Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê û hevşaredaran, têkildarî xebatên pirzimanî yên şaredariyê pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn de jî, beşdaran têkildarî xebatên ji bo şaredariya pirzimanî ya pêşeroj û parastina zimanan pêşniyar kirin. Encamnameya komxebatê, wê di rojên pêş de ji raya giştî re bê aşkere kirin.
 
XIZMETA PIR ZIMANÎ
 
Endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Sûrê Herdem Mervanî, derbarê armanca komxebat û nîqaşên bi rêve birin de agahî dan û dest nîşan kir ku armanca wan a bingehîn ew ku di rêveberiyên herêmî de xizmeta pirzimaniyê bikin.
 
Mervanî, diyar kir ku ew ji bo parastina zimanên gelan, nemaze zaravayên Kurdî dixebitin û wiha axivî: “Ev erka sereke ya mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî ji bo me xeta hebûn û tunebûnê ye. Divê em bi zimanê xwe re, hemû zimanên gelên li herêmê dijîn jî biparêzin. Em xwedî wê erkene ku zimanên Suryanî, Ermenî û Erebî jî biparêzin. Armanca me ew e ku em ligel Kurdî van zimanan jî zindî bihêlin.” 
 
‘BERPIRSIYARTIYA NETEWEYÎ’
 
Mervanî, bal kişan ser êrişîn qeyûman ên li dijî zimanê Kurdî û wiha got: “Tayîn kirina qeyûman di heman demê de êrişa li dijî Kurdî û xizmeta pirzimaniyê ye. Qeyûmên şaredariyên me xesp kirin, herî zêde êrişî zimanê Kurdî kirin. Hevalên me yên xebatên ziman bi rêve dibirin, kirin hedef. Lê çi dibe bila bibe, dibin her şert û merci de, emê xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Ev berpirsiyartiya me heye.”
 
Mervanî, da zanîn ku zimanê Kurdî parçeyekê jiyanê ye û wiha bi dawî kir: “Divê di her qada jiyanê de bê axaftin. Em di ber zimanê xwe de berpirsiyarin. Divê me pirzimaniyê biparêzin. Ji ber ku mafê bingehîn ê her mirovî ye ku bi zimanê dayika xwe biaxive. Astengkirina vê bi tu awayî nayê qebûl kirin.”
 
GIRINGIYA RÊVEBERIYA HERÊMΠ
 
Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî, bal kişand ser girîngiya xebatên rêveberiya herîmî bi rêve dibe û wiha axivî: “Di komxebatê de, çawaniya polîtîkayên ziman ên di şaredariyan de, hatin nîqaş kirin. Dewlet û desthilatdarî ji gorî berjewendiyên xwe zimanê Kurdî bi kar tîne. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî li gorî pêvajoyan diguhere. Ji ber vê tu hêviyeke me ji desthilatdariyê nîne. Ji ber ku neqebûlkirina zimanê Kurdî, di heman demê de  ne qebûlkirina statuya Kurdane.”
 
DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIJÎ
 
Elmas Kan, da zanîn ku ji bo ku zimanê kurdî bê jiyîn ew ê li hemû qadan têbikoşin û ev bang kir: “Divê Kurd li malê, li kolanê, li taxê û li her qadên jiyanê bi Kurdî biaxifin. Em zimanên din paşguh nakin, lê divê Kurdî bibe zimanê jiyanê. Divê zimanê Kurdî bijî. Ji ber ku yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin, wê nikarin pêşeroja xwe jî xwedî derkevin.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

01/07/2021
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin