Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî

  • rojane
  • 09:21 29 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Beşdar Hessen, diyar kir ku bi zext û zoriyên Tirkiyeyê cezayê li 5 rojnamevan û aktivîstên li Dihokê hatin girtin hatiye pesendkirin û got: "Tirkiye dixwaze, PDK jî wan digire." 

Di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de ku di 23'yê Çileya 2019'an de li bajaroka Şêladizê ya Herêma Kurdistana Federe kirûbû, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê di 26'ê Çileyê de bi hezaran kes daketibûn kolanan û bertek nîşanî Tirkiyeyê û eskerên wê yên li herêmê dabûn. Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe bû, kesên li Şêladizê tevli çalakiyan bûbûn hedef nîşan dabûn û gotibû dê derbarê kesên tevli çalakiyê bûne de lêpirsînê bidin destpêkirin. Piştî daxuyaniya Barzan, rojnamevan, aktivîst, nivîskar û rewşenbîr jî di nav de bi sedan kes hatibûn binçavkirin. Piştî kamera, wênegir û kartên rojnamevanan hatibûn desteserkirin hatibûn berdan û paşê ji bajêr hatibûn derxistin. Piştî Şêladizê zext û zoriyên li ser aktivîst, nivîskar û akademîsyenan zêde bûn û di sala 2020'î de di çarçoveya heman konseptê de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin. 
 
30 SAL CEZAYÊ HEPSÊ 
 
Di 13'ê Hezîrana 2020'î de li Dihok, Behdînan, Amediye, Şêladizê, Qeladizê û gelek deverên din, di avêtina ser malan de nêzî 400 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 320 kes hatibûn berdan û 76 kes jî hatibûn girtin. Rojnamevan-aktivîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ku di 16'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hatibûn darizandin, 6 sal ceza li wan hatibû birîn. Parêzerên wan serî li Dadgeha Îstinafê dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û cezayê wan di 27'ê Nîsanê de hatibû pesendkirin.  Parêzeran ji bo ceza bê xerakirin di 20'ê Gulanê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û biryara xwe di 20'ê Hezîranê de bi awayekî teqez pesend kiribû. Ji xeynî van li  rojnamevan Qehreman Şukrî jî ku di 26'ê Hezîranê de li Dihokê hatibû girtin û 5 meh in girtiye, 7 sal û li rojnamevan û aktivîst Umêd Beroşkî jî salek ceza hatibû birîn. 
 
Parêzer Beşdar Hessen zext û zoriyên PDK'ê yên piştî bûyerên li Şêladizê zêde bûne nirxandin. 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN VEŞARÎ
 
Beşdar Hessen ku parêzerê rojnamevan û aktivîstên girtî ye, got: "Pêşî ji rojnamevan û aktivîsatn re gotin, 'Pêwendîya we bi konsolosên DYA, Brîtanya û Almanyayê re hene, hûn ji wan dixebitin, daxuyaniyan didin û hûn zirarê didin ewlehiya Herêma Kurdistanê.' Paşê wan bi hinceta 'Pêwendiya wan bi PKK'ê re heye û li ser navê PKK'ê dixebitin tawanbar kirin.' Di hiqûqê de tu cihekî van tawanbariyan tune ye. Îfadeyên şahidên veşarî yên di nav asayîşa PDK'ê de girtin. Ev şahidên veşarî ku di nav hêzên taybet de ne û navên wan nayên aşkerekirin, dibêjin rojnamevan û aktivîst ji bo PKK'ê dixebitin. Halbûkî ev angaşt, qet ne rast e. Welatiyên Herêma Kurdistanê bixwazin biçin ku dikarin biçin. Çûna gundan jî kirin sûc û wekî xebata ji bo PKK'ê bi nav kirin. Li mala rojnamevanekî tivingek hat dîtin û vê wekî çek ehsibandin. Halbûkî ji bo nêçîrvaniyê bû." 
 
DAXWAZA TIRKIYEYÊ 
 
Hessen, anî ziman ku tu sûcekî kesên hatine girtî tune û ji bo tiştên tên tawanbarkirin delîlek berbiçav tune ye û got: "Di şexsê wan de dixwazin azadiya gelê Behdînanê bieciqînin. Biryar ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye. Hikûmet di televîzyonê de bi derewan propagandaya azadî û demokrasiyê dike, lê belê her diçe paşve diçe. Di televîzyonan de diaxivin, lê di rastiyê de nakin. Ev kes sirf ji ber ku li ber êrîên Tirkiyeyê rabûn hatin girtin. Tirkiye, zorê dide ser hikûmetê û PDK'ê. Naxwaze li herêmê l dijî Tirkiyeyê liv û tevgerek û protestoyek çêbibe. Ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bikin van kesan girtin. Ji ber ku Tirkiyeyê xwest, ceza li rojnamevan û aktivîstan hat birîn." 
 
‘DIVÊ EM LI BER RABIN' 
 
Hessen, bilêv kir ku dixwazin kesên hatine girtin wekî rojnamevanan bên darizandin ûg ot: "Lê dadgehê, li gor qanûna terorê ku di 2003'yan de hatiye çêkirin, ew darizandin û ceza li wan birî. Heger em li ber vê bêhiqûqîtiyê ranebin, dê me hemûyan bitepisînin û azadiya me binpê bikin. Divê em li ber zext û zoriyên hikûmetê rabin." 
 
MA / Azîz Orûç
 

Sernavên din

29/06/2021
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin