Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin

  • rojane
  • 10:37 23 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Serokatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, diyar kir ku armanca plana bi talûke ya Tirkiyeyê dagirkiriye û got: “Em amadene ku di navbera PKK û KDP’ê de navbeynkariyê bikin.” 
 
Tevlîbûna Partiya Demokratîk a Gelan (PDK) ya operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê, di rojeva sereke ya Herêma Federe ya Kurdistanê cih digire. PKD ku bi salane nikare bikeve herêmên nêzî sînor, îro hewl dide bi hêzên taybet li van herêman bi cih bibe. Ev helwesta PDK’ê di raya giştî ya Kurd de rastî bertekên mezin tê. Civak û siyaset Kurd, jî PDK’ê rexne dikin ku bi Tirkiyê re tevdigere. PDK bi tu awayî ne piştgirîya raya giştî û ne jî ya siyasetmedarên Kurdistana Federe digire. Rayedarên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derketinên herî dawî yên KDP qebûl nakin û ji bo vê dest bi bilindkirina dengê xwe kirin. Hevseroka YNK’ê Lahor  Şêx Cengî, li dijî helwest  û nêzîkatiya PDK’ê wiha got: “Emê beşdarî şerê navxweyî nebin. Divê ev krîz bi diyalogê bê çareserkirin.” Piştî Cengîn bertekek din jî ji Endamê Konseya Serokatiya YNK Arêz Ebdullah hat. 
 
ARMANCA DAGIRGERIYE
 
Ebdullah ê ji Rojnewsê re axivî, wiha got: “Dewleta Tirk bi rêya Erdogan, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirk bi eşkere dibêjin ku piştî peymana Lozanê bi dawî hat, ew ê desthilat û xaka dewleta xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirk wilayeta Musilê ku Başûrê Kurdistanê jî digre nava xwe mîna berê vegerîne ser xaka Tirkiyeyê.”
 
‘HEBÛNA PKK’Ê DIKE HINCET’
 
Arêz Ebdullah da zanîn dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe pêkbîne, hebûna PKK’ê li nava xaka Başûr de ji xwe re weke behane nîşan dide û wiha domand; “Mane PKK li çiyayê Başîka nîne, Tirkiye çima li wê derê baregeha xwe ya leşkerî daniye? Ji bona wê her kesek wisan bi fikire ku sedema hatina dewleta Tirk PKK ye, ew xelete. Ji berku dewleta Tirk berê xwe bide kuderê ew der dagir dike.”
 
Ebdullah got: “Gotinên min ji bo siberoj û dîrokê bila bimînin, ez dibêjim wê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Ger PKK jî li sinoran vekişe wê êdî Tirkiye venegere û bi niyeta dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye. Xwezî PDK’ê jî vê fikra xwe bi guhertiba û wisan ne fikirîba ku PKK’ye sedema dagirkeriya dewleta Tirk.”
 
Endamê Serkirdayatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, amadebûna YNK’ê ji bo navbeynkariya navbera PKK’ê û PDK’ê re nîşanda û diyarkir YNK li dijî şerê Kurd bi Kurd di sekine.
 
DIVÊ SIYASET XWE BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE
 
Her wiha Ebdullah daxwaz ji hikûmeta Tirk kir ku siyaseta xwe di ber çav re derbaske û li gel Gelê Kurd bi diyologê pirsgirêkê çareser bike. Arêz Ebdullah daxwaz ji PKK’ê jî dike ku rewşa taybet a Başûrê Kurdistanê li berçav bigre.
 
Têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ku hêzên xwe yên taybet ber bi qadên gerîla ve dişîne jî Arêz Ebdullah wiha axivî; “Li gorî yasayên heyî yên Herêma Kurdistanê, pêşmerge dikare here hemû cihek, ji Zaxo bigre ta Qendîl, Xakurkê û Sîdekan. Lê ne YNK nejî Wezareta Pêşmerge haya wê ji vê tevgera hêzên ku ji bo van cihan tê şandin, nine. Di vê demê de şandina hêzê ji bo van deveran wisan tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirk çûne van cihan. Lê ger ev hêz ji beriya êrişên Tirkiyeyê, yan jî piştî bi dawî hatina şer çûban deverê wê bi awayek din bi hatana nirxandin.”
 
‘BANG LI PDK’Ê KIR
 
Ebdullah di dewama axaftina xwe de ev bang li PDK’ê û PKK’ê kir; “Pêwîste di navbera PKK’ê û PDK’ê de ji hev famkirinek çêbibe. Bila PKK rewşa Başûrê Kurdistanê li berçav bigre û PDK jî PKK’ê wek behaneya dagirkeriya Tirk nîşan nede. Bila bi giftugoyê nakokiyên heyî çareser bikin. Ji berku Tirkiye planek metirsîdar heye, dixwaze xwe bigihîne Qendîl û tevayî cihên din ên Kurdistanê.” 
 
Arêz Ebdullha, da zanîn ku ew li dijî şerê di nava Kurdan dene û dest nîşan kir ku ji bo ragehiya li herêmê bi dawî bibe ew amadene ku navbeynkariyê bikin.
 

Sernavên din

23/06/2021
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
09:05 ‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'
09:05 Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
09:05 Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
09:04 Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:49 Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin
08:28 Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin
22/06/2021
22:08 Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê
21:42 Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome
20:21 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:40 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
17:10 Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî
16:54 Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin
16:34 KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
16:31 Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin
16:23 Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê
16:00 Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin
15:45 Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin
15:41 Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin
15:39 Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike
15:02 Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin
14:41 Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin
14:12 Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike
14:12 Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr
13:49 Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe
13:47 Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe
13:42 Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin
13:20 Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne
12:41 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:35 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
12:35 Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!
12:32 Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye!
12:25 Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin
12:03 Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin
11:55 Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin
11:24 ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ taloq bû
11:16 Li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin
10:57 Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye
09:02 Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:24 Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan
21/06/2021
21:53 Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn!
20:19 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin
20:14 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin
20:01 Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin
19:33 Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin
18:44 Hevserokê HDP'a Agiriyê Akar hat binçavkirin
17:18 Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin
17:07 'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e'
16:55 Li avahiyên rêxistinên HDP’ê şîn hatin danîn û qetilkirin hat şermezarkirin
16:53 Navên 451 HDP’iyên ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin
16:03 Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin
15:55 Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin
15:49 Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin
15:39 Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin
15:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike
14:49 Sancar: Dozgerê dozê îqtidar be wê parêzerê wê jî gel be
14:48 Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir
14:23 31 komele û federasyonan banga têkoşîna bi HDP’ê re kirin
14:14 Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin!
14:09 Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin
13:55 Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin
13:49 TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin
13:41 Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere
13:39 Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket
12:34 Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin
12:29 6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin
12:19 Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir
11:57 Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin
11:44 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:42 AYM'ê îdianameya ji bo girtina HDP’ê qebûl kir