Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike

  • rojane
  • 09:41 19 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 205 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 184’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 167’emîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 41'emîn di roja 205'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 184’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 184’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 167'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 167'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin