RIHA - Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê 94 rojin nobeta “Edaletê” digire, ev peyam parve kir: “Em dozgerek bi cezaret dixwazin.”
Çalakiya nobeta “edaletê” ya dayika Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê digire di roja 94’emîn de dewam kir. Malbat, serê sibê hat ber edliyê û li ber bendan dowîzên “edalet” li ser nivîsandibûn danîn erdê û dest bi nobeta xwe kir.
DOSYA VEKIN
Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, hesabên twîtterê yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezareta Dadê, Baroyên Îzmîr û Enqerê etîket kirin û ev peyam parve kir. Dosyeya Komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê vekin! Kî sûcdar be! Bila hesap bidin! Berî 3 salan, 3 mirovên me li nexweşxanê hatin qetilkirin. Tu rayedara vê yekê înkar nakin. Em dozgerekê bi cesaret dixwazin.”
Nobeta malbatê ya li ber edliyê dewam dike.