Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin

  • rojane
  • 09:06 10 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Endamê OHD'ê Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku şert û mercên girtîhan bandorek nebaş li tenduristiyê dikin û pergala tenduristiyê ya girtiyan jî hatiye tecrîdkirin. 

Li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên girtîgehan her diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û bi hinceta pandemiyê girtî li girtîgehan tên îzolekirin. Rêvebirê Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Çakas, destnîşan kir ku girtîgehan qadên nebisihet in û di dema pandemiyê de tenduristiya girtiyan pir xirab bûye. 
 
ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ
 
Çalas, destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe şert û merc girantir dibin û got: "Girtî nikarin biçin hewadariyê. Li qawîşên tavê nabînin, di şert û mercên nepaqij de dimînin û lewma em nikarin behsa tenduristiyeke baş bikin. Bi taybetî, bi hinceta pandemiyê tenduristî bi temamî hat binpêkirin. Bi vê re hemû çalakiyên wan hatin qedexekirin. Girtîgeh veguherîne deverên ku mirov lê nexweş bikeve. Bi pandemiyê re ew şert û mercên nebaş, hîn bêtir nebaş û xirabtir bûn." 
 
Çakas, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ne mimkun e ku mirov li girtîgehan baş be û got: "Ên di girtîgehan d ehemû nexweş in. Li girtîgehê nexweşîna herî biçûk jî piştî çend salan, vediguhere nexweşîneke bixetere. Li gor tespîtkên ku em dikin, li dor 200 heb girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Bifikirin, niha em tenê bi rêya çapemeniyê pê dihesin ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Wezareta Dadê, di vî warî de tu daxuyaniyê nade. Jixwe girtîgehê girtî ne, lê gava agahî neyên parvekirin hîn bêtir tên girtin. Tiştên niha li girtîgehan diqewimin, em bi xwe dişopînin. Li gor meqamên fermî, girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest dane tune ne. Bi taybetî niha em nizanin bê ka kîjan girtî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye an ji ber nexweşînine din."
 
PERGALA ÎNFAZÊ YA BÊTENDURISTΠ
 
Çakas, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber pergala înfaza ceza girtîgeh bêtenduristî ne û got: "Ji ber pergala heyî, mîsyona li girtîgehan hatiye barkirin pir cuda ye. Divê girtî ji civakê neyên qutkirin, neyên dûrxistin û neyên tecrîdkrin. Lê li gor daneyên heyî pergala tenduristiyê bi xwe jî, girtiyan tecrîd dike. Mesela, li girtîgehên Kampusa Amedê, pêkaneîneke dukelemçeyî heye. Li Girtîgeha Amedê ya Jinan, girtî nayên tedawîkirin. Ji lew re baş dizanin pêkanîna dukelemçeyî li dijî rûmeta mirovan e. Tedawiya bi awayekî kelemçeyî red dikin. Li nexweşxaneyan jî hin bijîşk, muayeneya bikelemçe ferz dikin. Pergal bi her awayî pergaleke bipirsgirêk e. Divê em baş zanibin; mafê jiyanê, ewlehiya jiyanê û hemû mafên jiyanê, mafine pîroz in û divê ev maf esas bên girtin." 
 
NAYÊN TEDAWÎKIRIN 
 
Çakas, diyar kir ku girtiyên nexweş baş nayên tedawîkirin û got: "Heger bihatana tedawîkirin, yeqîn bikin dê Wezareta Dadê daxuyaniyek bidana. Gava tiştek baş bê kirin, reklama wê jî tê kirin. Herî dawî me li Girtîgeha Amedê ya Jinan bi hejmara pêketiyên Covîd-19'ê dît ku girtîgî bi awayekî cidî nayên tedawîkirin. Ji ber tevdîran û qedexeyan, li girtîgehê tenduristkar tune bûn, kantîn girtî bûn. Bifikirin, di demeke ku vîrus heye, li girtîgehê tenduristkar tune ne. Li girtîgehên din Sidki Bektaş, Ergîn Aktaş an jî Mehmet Emîn Ozkan, ji bo vê mînakên herî baş in. Em dikarin behsa bi sedan girtiyên nexweş bikin. A rast nexweşxane û tedawîkirin tenê hêleke tenduristiyê ne. Odeyên girtî lê dimînin, tava ku di nava rojê de dibînin, oksîjen, xwarin, pirtûk, temaşekirina fîlman hemû perçeyek tenduristiyê ne. Ji lewre sihetbûn, tenê ne siheta bedenê ye; di heman demê de psîkolojîk û ruhî ye jî. Gava tu rabû girtiyan tenê bi hewadariyekê bisînor bikî an jî ji ber li hewadariyê bi hevalê xwe re axiviye tu cezayê dîsîplînê lê bibirî, a darbeyeke li tenduristiyê." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Çakas, anî ziman ku girtiyên di ser 20 salî re girtî ne bi xetereya bi pençeşêrê re rû bi rû dimînin. Çakas, destnîşan kir ku ev ne tiştekî tesadufî ye û got: "Wezareta Dadê divê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne. Divê girtiyên nexweş ji aliyên bijîşkên bêalî ve bên muayenekirin. Wekî nexweşînên pîşeyî, nexweşînên girtîgehê jî hene. Hêla vê ya herî trajîk jî girtiyên nexweş in ku Saziya Tiba Edlî dibêje nikarin di girtîgehê de bimînin, lê nayên berdan. Ergîn Aktaş, ji bo vê mînaka herî ebrbiçav e. Bi hinceta ji bo ewlehiya civakê talûke ye nayê berdan. A rast ev, perçeyên polîtîkayên ewlehîparêz in. Halbûkî ya ku divê esas bê girtin polîtîkayên azadîxwaz, tenduristîxwaz û demokratîk in. Bi kurt û kurmancî di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Mijar ev qasî zelal e. Heger girtiyên nexweş hebin, nexwe di vê şert û merc jî li gor vê bên. Heya niha ji ber ku nehatine tedawîkirin, nêzî 200 girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Her sal xebara mirina 25-30 girtiyên nexweş ji me re tê. Tişta dibê ji niha û pê ve bê kirin, demildest rawestandina înfazê û berdana girtiyên nexweş e û başkirina şert û mercên girtîgehan e." 
 
Her wiha Çakas, anî ziman ku divê ji xeynî raporê Saziya Tiba Edlî (ATK), raporên alternatîf ên odeyên bijîşkan an jî saziyên serbixwe ên tenduristiyê jî esas bên kirin û got: "Raprên alternatîf, li gor ên ATK'ê behsa encamên cuda dikin." 
 
‘EM BIBIN DENGÊ WAN' 
 
Çakas, destnîşan kir ku divê li hemberî girtiyên nexweş ne nêzîkatiyeke polîtîk, nêzîkatiyek hiqûqî û ehlaqî hebe û got: "Divê em li her derî pîroziya mafê jiyanê bînin ziman û bibin dengê girtiyên nexweş." 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin