SÊRT - Li navçeya Berweriyê di êrişa li dijî baregeha leşkerî de cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû.
Duh bi şev li dijî baregeha leşkerî ya li gundê Hosyana bi ser navçeya Berweriya Sêrtê ve bi sîlehan êriş pêk hat. Kêliyek dengê çekan hat û şer qewimî. Di şer de cerdevanê bi navê Mehmet Babat hat kuştin û cerdevanê bi navê Siddik Bûlût jî birîndar bû. Mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê.
Vê sibehê li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku Maşîneyên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) jî li asîmanên herêmê digerin.