MÊRDÎN - Cenazeyê Yakûp Salginê ku di 30'yê Adarê de li Bagokê jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Malbatê cenazeyê Yakûp Salgin (Ferhat) ê HPG'î wergirt. Piştî ku encama DNA'yê aşkere bû, malbat danê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Piştî serlêdanê malbatê danê êvarî cenaze ji Gorstana BÊkesan wergirt û bi ambulansa ku kirê kiribûn birin navçeya Qoserê.
Di dema definkirina cenaze de polîsan Goristana Taxa Sanayiyê dorpêç kir û tenê destûr dan çend ferdên malbatê ji bo definkirina cenaze. Her wiha nehiştin nimêja cenaze jî bê kirin.
Salgin, di 30'yê Adarê de li bagorkê tevî 4 HPG'iyan di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.