AMED - Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin de, şandeya dadgehê, ji Miduriyeta Polîsan a Amedê, derbarê ajansa Jinnewsê ya ku rojnameger lê naxebite de, agahiya îstixbaratê xwest.
4’emîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” a di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de, ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Amedê hat dîtin. Rojnameger Yalçin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wê Resûl Tamûr di danişînê de amade bû.
DOZ WÊ FIKRA XWE AŞERE BIKE
Dozgerê îdîayê xwest ku dosye jê re were spartin ku li ser esasê raya xwe amade bike
AGAHIYA LÊPIRSINÊ XWEST
Şandeya dadgehê, dûre ji Miduriyeta Polîsan a Amedê, derbarê ajansa Jinnewsê ya ku rojnameger Yalçin lê naxebite de, agahiya îstixbaratê xwest. Dadgehê piştre danişîn taloqî 29’ê Îlonê kir.
HEYA 20 SALAN CEZA TÊ XWESTIN
Di îdîanameyê de, derbarê rojnameger Yalçin de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.