Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin

  • rojane
  • 10:09 8 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX – Li Şirnexê, di çarçoveya kampanya ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî hatibû destpêkirin de mal bi mal îmze tên berhevkirin. 
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, di 22’yê Sibatê de bi civînekê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Xebatên vê kampanyayê didomin û li navenda Şirnexê mal bi mal xebat tê kirin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo kampanyayê îmzeyan berhev dikin. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak ku xebatên kampanyayê didomîne, têkildarî kampanyayê axivî û diyar kir ku wê xebata xwe xurt bikin û hewl bidin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. 
 
2 MEHAN DE HEZAR Û 500 ÎMZE HATIN KOM KIRIN 
 
Salgucak, anî ziman ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin herkesî û wiha axivî: “Li ser navê HDP'ê û TJA'yê ev  2 meh in me dest bi xebatên kampanyayê kirine. Em mal bi mal digerin û bi malbatên xwe re tên gelhev. Di xebata 2 mehan de tenê li navenda Şirnexê me 2 hezar û 500 îmze kom kirine. Em di nava rojê de 100-150'î îmzeyan kom dikin. Daxwaza gel ew e ku li dibistan, nexweşxane û sazî û dezgehên dewletê bi zimanê dayikê bê axaftin. Em xebata xwe niha li navenda Şirnexê didin meşandin. Armanca me ew e ku em gund bi gund jî xebatên xwe bidin meşandin. Xwedî derketina li kampanyayê erka her kurdî ye. Em daxwaz dikin ku hemû malbatên kurd di mal de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Xwedî derketina li ziman xwedî derketina li hebûnê ye.”
 
'EM DIXWAZIN DI NEXWEŞXANEYAN DE BI KURDÎ BIAXIVÎN' 
 
Bahar Balik (50) ku tevlî kampanyayê bû diyar kir ku ew dixwazin dema ku biçin nexweşxaneyê nexweşiyên xwe bi kurdî bibêjin û wiha got: “Ez nexweşim û her roj diçim nexweşxaneyê.  Dema ku ez diçim nexweşxaneyê heger  zarokek min bi min re neyê, ez nikarim nexweşiya xwe ji bijîşk re vebêjim. Mînak ez derdê xwe dibêjim bijîşk ji zarokê min re dibêje, 'Diya te çi dibêje?' Yan jî heger kesek nebe tercûme bike, em nikarin derdê xwe bi kurdî bibêjin. Heger zimanê me fermî bûya, min ê bi dilê xwe derdê xwe ji bişîjk re bigota û ne hewce bû ku kesek jî bi min re bihata. Ez diçim lê li ser keseke din derdê min tê vegotin. Ez dixwazim ku êdî zimanê me jî xweser bibe û êdî em jî bikaribin  zimanê xwe li her derê biaxivin. Bila zimanê me fermî bibe."
 
'WEKE HERKESÎ BI ZIMANÊ XWE AXAFTIN MAFÊ ME YE JÎ' 
 
Xanim Barlik (65) jî da zanîn ku daxwaza wê azadiya zimanê dayikê ye û ev tişt got: “Ji xeynî kurdî tu zimanên din nizanim. Rêz û hûrmeta me ji zimanên din re heye. Tu kes bi zimanên din re dijminahiyê nake, lê bila êdî zimanê me jî fermî bibe. Ez dema ku diçim nexweşxane çima ez nikarim bi zimanê xwe biaxivim? Roj hatine ez ketime ber mirine, lê ji ber ku min tirkî nedizanî ez neçûme nexweşxaneyê. Zarokên min hemû bi zimanê dayİkê mezin bûne. Ji bo parastina ziman divê em xwedî li vê kampanyayê derbikevin. Weke herkesî mafê me ye jî ku em Li nexweşxane û saziyên dewletê bi zimanê xwe biaxivin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin