ENQERE – Li Sêwazê qezaya trafîqê pêk hat û 9 kesan di qezayê de jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Golova ya Sêwazê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de otomobîlek û wesayîteke bazirganiyê li hev qelibîn û 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Waliyê Sêwazê Salîh Ayhan, têkildarî qezayê daxuyanî da û agahî parve kirin: “Li navçeya Goloavayê 2 wesayît li hev qelibîn. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.”