ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya zarokê 12 salî Î.K. ku wêneyê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê girt, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê zarokê bi navê Î.K. ê 12 salî wêneyê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê girt, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan da pey zarok, ew zeft kirin û li maşîneya zirxî siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Bavê Î.K. diyar kir ku piştî polîsan telefona lawê wî lêkolîn kiriye serbest hatiye berdan.