WAN - Li taxa TOKÎ Kalecik a Wanê, zarokekî lîstik dilîst ji aliyê gardiyanekî ve bi çekê hat birîndarkirin.
Li Wanê, gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî M.D.K. birîndar kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), roja Înê, bi şev zarokê 16 salî M.D.K., yê li TOKI'yên Kalecik a Wanê dijiya û bi hevalên xwe lîstik dilîst, ji aliyê gardiyanê Girtîgeha Tîpa F a Wanê Mahmut Çoksûn ve bi çekê hat birîndarkirin. Gardiyanê Çoksûn hat ba M.D.K. ê 16 salî û ev gef lê xwar: “Li vê derê hûn nikarin her lîstikê bilîzin û me aciz nekin.Ez boksor im û li wî da."
Gardiyan piştre fîşeka di destê xwe de derxist, da destê Mûhammed û got “Canê te bi qasî vê fîşekê ye, ji xwe re bi aqil be” û bi çekê li serê wî da.
Dema kesên li derdorê li wan kom bû, gardiyan Çoksûn bi çekê li lingê M.D.K. birîndar kir. Bavê M.D.K, derbarê gardiyan de gilî kir.