Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede

  • jin
  • 09:02 30 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ku di nav bernameya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih digire, destnîşan kir ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayenda civakî ye û got: "Heya xizaniya jinê neqede, dê têkoşîn jî neqede." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Jinan, ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên xizan dibin û ji bo vê pirsgirêk çareser bike, di 5'ê Nîsanê de kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" dabû destpêkirin. Xebatên Meclîsa Jinan ên di vî warî de didomin.
 
Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, xizaniya jinê û çavdêriyên xwe yên di dema serdanan de nirxandin. 
 
Kerestecîoglû, diyar kir ku xizaniya jinê tenê ne li Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê heye û êdî veguheriye pirseke giran û di dema pandemiyê de jin bêtir xizan bûne. 
 
ÇÎLEYEKE 20 SALAN 
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku li Konya û Enqereyê serdana karkerên demsalî yên jin kirine û got: "Armanca me em bi pirsgirêkên wan re hemhal bin. Li ku derê prisgirêk hebin, em hewl didin li wir bin. Her wiha em partiyeke jina ne. Em partiya jinan, ne mimkun e ku em xizaniya jinan ji nedîtî ve bên." 
 
Kerestecîoglû, bal kişand ser şert û mercên karkerên demsalî û got: "Herî dawî gava ku em çûn, karker di konan de diman. 20 sal in ev mirov tên heman cihî. Li heman cihî konê xwe vedidin û 6 mehan li wir dimînin. 20 sal in, çîleya wan heman çîle ye. Li wan konan av, ceryan tune ye. Tuwaleta wan, tuwaleteke kavilbûyî ye. Tişta min dît, serşoyek konteynerî hebû. Zarok pêxwas bûn." 
 
ZAROK Û JIN 
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku zarok ji xizmeta perwerdehiyê bêpar in û got: "Yekê got, 'ji bo qelenê birayê xwe, dişixulim.' Ev mirov, bi piranî ji Riha û Mêrdînê hatine. Min ji jinekê pirsî, 'Te dixwest bibî çi?' Got, 'Helbet min jiyanek din dixwest. MIn jî dixwest zarokên min bibin parêzer, endezyar û bijîşk. Min nedixwest ji welatê xwe berê xwe bidim vir. Ma kî dixwaze?'" 
 
JIN PIR BIHÊZ IN 
 
Kerestecîoglû, diyar kir ku serdana jinên li seraan dixebitin jî kirine û jinên li wir jî bi meaşekî kêm tên xebitandin û got: "Hûn çi bikin jî, hûn ê li Tirkiyeyê nikaribin wêdetir biçin. Bi meaşekî kêm, debarkirin ne pêkan e. Lê jineke li serayê dixebite jî ji me re got, 'Tu dibê qe 15 sal in ne sax bûm, min nû dest bi jiyanê kir.' Ji ber ku karek peyda kiriye, wisa dibêje. Meaşê kêm nebaş be jî, lê xebat jinan xurt dike. Ji lew re jinên em leqayî wan hatin pir xurt bûn. Pirsgirêkên jinên li fabrîkeyan, li serayan û li qadên din dişixulin, pirsgirêkên hevpar in. Xizanî û serdestiya mêr, pirsgirêkên sereke ne." 
 
PIRSGIRÊKA SEREKE NEWEKHEVÎ YE 
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku jinekê ji wan re gotiye li kar 8 saetan û li malê jî 10 saetan dixebite û got: "Jina, di bin barekî wisa de ye. Jineke li serayê dixebite got, 'Ez serê sibehê saet di 5'an de rabûm û min ûtî kir.' Serê sibehê saet di 5'an de radibe, ûtiyê dike, taştêya zarokên xwe amade dike, tiştine din dike û paşê diçe kar. Tişta sereke ya ku me dît û tespît kir, ne wekhevî ye. Em, li hemû qadên jiyanê bi newekheviyekê re rû bi rû dimînin. em parlementer bin, parêzer bin û karker bin jî em bi vê newekehviyê re rû bi rû dimînin. Em heqdesteke wekhevî nagirin. Ji xeynî vê jî keda li malê nayê dîtin, li holê dewleteke sosyal tune ye, kreş, nihêrvaniya ji bo extiyaran û nexweşan tune ye... ev hemû li jinan tê barkirin û ev jî li gor dilê mêr e." 
 
PIŞTEVANÎ
 
Kerestecîoglû, destnîşan kir ku ji bo ku xizaniya jinan ji holê bê rakirin, divê bi hev re gavên mezin bên avêtin û got: "Em ê li her derî piştevaniya jinan bikin û ji xizaniya jinê re bibêjin 'na'. Li welatekî ku newekheviya zayendî ev qasî zêde, pêdivî bi têkoşîneke dûr û dirêj heye. Helbet têkoşîn niha dest pê nekiriye. Ji berê de heya niha têkoşîna tevgera jinan, tevgera feminîstan û jinên kurd heye." 
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku dê hevdîtinên wan ên bi jinan re bidomin û got: "Di hevdîtinekê de jinekê got, 'Qet nebe va hin kes li derdê me dipirsin.' Belkî wê kêliyê em nikarin ji bo pirsgirêkên wan bibin bersiv, lê ji bo vê em ê randevûyê ji rêvebiriyên herêmî û saziyên têkildar bigirin. Me derbarê prisgirêkên wan de rapor amade kirin û em ê li parlementoyê bilêv bikin."
 
Kerestecîoglû, destnîşan kir ku çareya dawî têkoşîna jina ye û got: "Ev, tiştekî ku divê em bi hev re bikin." 
 
EM Ê PERGALÊ BIGUHERÎNIN 
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku em HDP, pêwendiya wan bi gelek rêxistinên jinan re heye û got: ""Em ê pirsgirêka pergalê ya bi destê mêran hatiye afirandin bigherînin. Heya em pergalê neguherînin, em ê nikaribin van pirsgirêkan biguherînin. Lê ji bo vê divê em bi hev re tevbigerin. Em ê pergala patriyarkal biguherînin. Heya xizaniya jinan neqede dê têkoşîna me deam bike." 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê