Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin

  • rojane
  • 14:28 29 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikan têkildarî îtîrafên Sedat Peker, bang li hemû dozgeran kirin û xwestin hemû kujeran bibînin û ceza bikin. 

 
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi boneya aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, çalakiya heftane ya şemiyê di hefteya 844’an de berdewam kirin. Dayikan, vê hefteyê jî, ji ber şewbê û qedexeya derve daxuyanî li ser înternetê dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Omer Sogut ê di 20'ê Gulana 1995'an de li Gundê Derxustê yê Navçeya Liceyê hatibû revandin û windakirin pirsîn. Hevjîna Omer Sogut Meyase Sogut, daxuyanî da û wiha got: "Bi salan e em têkoşîna edaletê dikin. Em tu carî dest ji Têkoşîna edaletê bernadin. Heta wihda bên dîtin û kujer bêne darizandin û cezakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Keça Omer Sogut Ayşegul Sogut jî anî ziman ku piştî bavê wê hat binçavkirin û windakirin polîs û eskeran her tim zext li wan kir û wiha got: "Her tim xwestin me bitirsînin û em dest ji vê têkoşînê berdin. Herî dawî em ji gundên me dan koçkirin û em hatin Amedê. Lê dîsa me têkoşîna edalet û hiqûqê dewam kir. Gelek malbatên din jî têkoşîna heq û hiqûqê dan. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me ya edaletê dê bidome." 
 
FAÎL DEWLET E
 
Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Mirova Şemiyê Ozgen Sadet, daxuyanî xwend. Sadet, anî ziman ku êdî baweriya wan bi vê edalet û hiqûqê nemaye û wiha got: "Rêbazên ku civakê ji edaletê pêş dixin zêde bûne. Li ser vê axê mirovên hatin revandin û windakirin ne sûcên tekakesî ne. Xizmên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Ev rastî di rapor û belgeyên dewletê yên fermî de jî hene. Di îtîrafên hatin kirin de jî derket holê. Lê dîsa ser sûc girtin û kujer bê ceza hiştin." 
 
Sadet, da zanîn ku îro dîsa kesên îtîrafkar rastiyan tînin ziman û wiha lê zêde kir: "Wekî kesên din, niha kesên dewletê bi rêve dibin jî serê xwe xistine bin baskê xwe. Dîsa daraz bê deng e. Hêzên îqtîdarê bi daxuyaniyên xwe nişan didin ku dê sûcdaran biparêzin. Em wekî Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan, em dixwazin dewlet dawî li van sûcan bînin. Em dixwazin daxuyaniyên Serokê Rêxistina Sûc û Organize Sedat Peker wekî îtîraf qebûl bikin û dozger têkevin nava liv û hevgerê." 
 
Sadet, piştre çîroka Omer Sogut ê 47 salî ku bavê 8 zarokan bû xwend. Sadet, anî ziman ku Omer Sogut li Gundê Derxustê yê Navçeya Lîceya Amedê bû û wiha got: "Piştî hêzên dewletê gundê wan şewitand, neçar man ku koç bikin. Herî dawî di 20'ê Gulana 1995'an de dema Omer çû nava rez eskeran ew binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin. Dema hevjîna wî Meyase Sogut çû nava rez alavên li pey wî mabûn dît. Piştre fêr bû ku wê demê li wir bi tevlêbûna hezaran eskeran operasyon hatiye li dar xistin. Piştî bûyerê dema Meyase çû Navenda Cendirmeyan û pirsa hevjînê xwe kir, Sûbayê bi navê Şahabettin On neheqî li wê kir û li wê xist. Dîsa dema serî li dozgeriyê da jî piştî cara çaran daxwazname qebul kir. 
 
Sadet, da sanin ku heta niha serlêdanên wan bi encam nebûne, lê dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berhdewam bikin. Sadet, bibîr xist ku 145 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, lê dê ji bo Qada Galatasarayê jî têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê