Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan

  • rojane
  • 09:52 29 Gulan 2021
  • |
img

ENQERE - Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol behsa Rojnameya Ozgur Gundemê kir û got: “Ozgur Gundem li aliyekî bi xwe re hişyariyek dianî û li aliyekî bi êrişan re rûbirû dima. Serdemek ku em jê re dibêjin ronesansa kurdan bû.” 

 
Di dîroka çapemenî û weşangeriya kurd de cara ewil rojnameyek bi tirkî ya rojane Ozgur Gundem 29 sal berê dest bi weşana xwe kiribû. Ozgur Gundemê di 30’yê gulana 1992’yan de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Ev rojnameya ji bo kurdan bi nirx li Kurdistanê dibû deng û rengê gelê kurd, bûyeran ji tariyê derdixist rastiyê û ronahiyê. Rojname bûbû armanca êrişên dewletê. Buroyên wê hatin şewitandin, nûçegihan û belavkarên wê, nivîskarên wê  hatin qetilkirin. Avahiya wê hat bombebarankirin lê dîsa jî dev ji rastiyan berneda. Di 14’ê gulana 1994’an de li ser biryara dadgehê hat girtin. 
 
147 SAL CEZA LI XEBATKARAN TÊ BIRÎN 
 
Nivîskar û sazûmankarê Ozgur Gundemê Apê Mûsa (Mûsa Anter) jî di nav de 8 nûçegihan û 19 belavkarên wê bi awayek “kiryar nediyar (faîlê meçhûl)” hatin qetilkirin. Derbarê 486 hejmarên wê de doz hatin vekirin û bi giştî 147 sal cezayê hefsê li xebatkarên wê hat birîn. 
 
BI FERMANA ÇÎLLER TÊ BOMBEKIRIN 
 
Buroya teknîkê û buroya navendê yên li Stenbolê û buroya li Enqereyê di 3’ê Kanûna 1994’an de bi êrişa bombeyî re rûbirû man. Xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê 32 salî li buroya teknîkê ya li Kadirgaya Stenbolê jiyana xwe dest da. 23 xebatkar birîndar bûn. Bi salan şûn ve Kovara Tempo belgeyan weşand û bi van belgeyan destnîşan kiribû ku fermana bombebarankirina Ozgur Gundemê Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û koma xwe dane. 
 
Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê di nava sazûmankariya Ozgur Gundemê de cih girt behsa mîsyona Ozgur Gundemê kir. 
 
HALK GERÇEGÎ, YENÎ ULKE Û OZGUR GUNDEM
 
Aykol bi bîr xist ku beriya Ozgur Gundemê wan di sala 1990’î de rojnameya Halk Gerçegî (Rastiya Gel) a heftane derdixistin û ji ber zextan ew rojname hat girtin. Aykol da zanîn ku piştî Halk Gerçegî bi rojnameya Yenî Ulke (Welatê Nû) weşangeriya rojnameyê dewam kirine û piştî ku eleqeya gel ji bo rojnameyê zêde bûbû wan li ser vê yekê rojnameya Ozgur Gundemê ya rojane derxistin. 
 
DIBE PLATFORMA WELATPARÊZAN 
 
Aykol destnîşan kir ku rojnameya Ozgur Gundem di wê serdemê de bû wek platformek aliyê çep û hezên welatparêz û gerînendeyê weşanê yê ewil Ahmet Kahraman bû û bi piştevaniya gelek rojnamevanan dest bi weşanê kirin. 
 
‘OZGUR GUNDEM RONESANSA KURD BI XWE RE ANÎ’ 
 
Aykol anî ziman ku Ozgur Gundemê ji ber nûçe û nivîsên xwe pilanên polîtîkayên dewletê xera kir û ji ber dengê rastiyê radigihand bû armanca êrişên dewletê û wiha got: “Hin hevalên me tenê ji ber ku nûçe çêkiribûn hatin qetilkirin. Belavkarên me jî bûn armanca êrişên dewletê. Destpêka wê wisa bû. Rojnameya heftane pir hat firotin û eleqe zêde bû. Divê me pêdiviya rojnameyek rojane dabîn bikira. Li ser vê yekê me Ozgur Gundemê derxist û mafê nûçeyan ê xelkê pêk anî. Serdema ku me Ozgur Gundemê derxist di heman demê de wek serdemek ‘ronesansa kurdan’ bû. Kurdan damezrandina partiyek nû ava ragihand. Di wan salan de Partiya Kedê ya Gel (HEP) hat avakirin. Rojnameyan jî dest bi weşanê kiriye. Rojnameya tekane bi kurdî jî dest bi weşanê kir. Weşanxane hat avakirin û kurdan dest bi derxistina pirtûkan kir. Ji salên 1990’î pê ve li Tirkiyê ronesansek kurdan dest pê kir. Rojnameya Ozgur Gundem li aliyekî bi hişyariyek mezin bi xwe re dianî li aliyekî jî bi êrişên dewletê re rûbirû dima. Xelkê bi elqeyek germ rojnameyê pêşwazî dikir û dewletê viya didît. Mixabin di wan rojan de dewletê bi herikîna xwînê rojnameya me pêşwazî kir. Lê Ozgur Gundemê hemû kirinên dewletê û hêzên tarî deşîfre dikir. Ozgur Gundem dengê rastiyê bû. Ozgur Gundem ji derdorên çep û çepgir re jî bû mînak.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê