‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'

img

AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyên yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federê de, bi heman stratejiyan tên meşandin û got: "Tekane armanca Tirkiyeyê, jiholêrakirina statûya kurdan e." 

Li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di roja 37'an de didome. Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya operasyona derveyî sînor a TSK'ê nirxandin. 
 
ARMANC DESTEKEFTÎ NE 
 
Kaya, diyar kir ku TSK, dixwaze bi operasyonên derveyî sînor li herêmê bi cî bibe û got: "Tirkiye, dixwaze bibe perçeyek wir. Dixwaze qadên petrolê bi dest bixe. Tirkiye, êdî qîma xwe bi hevlariya heyî ya bi Başûrê Kurdistanê nayne. Di bin van polîtîkayan de hesabine mezin hene. Piştî wextekê dê hewl bide destkeftiyên Başûr hemûyan ji holê rabike. Niha li Başûr mewziyên xwe ava dike. Efrîn, mînakek e ji bo van polîtîkayan. Demografiya wê guherandin. Ev nayê wateya ku dê heman tiştî li Başûr jî neke. Divê gel hay ji vê hebe. Tirkieye niha bixwaze jî dê nikaribe. Dewletên din hay ji vê hene û ez yeqîn dikim ku dê destûrê bidin Tirkiyeyê. Tirkiye, niha hewl dide umrê xwe yê li herêmê dirêj bike." 
 
REFERANDÛMÊ BIBÎR XIST 
 
Kaya, daxuyaniyên Hikûmeta Kurdistana Federe yên derbarê oeprasyonan de jî rexne kirin û got: "Naxwazin heqîqetê bibînin." Kaya, helwesta Tirkiyeyê ya ji bo referandûma Herêma Kurdistana Federe bibîr xist û got: "Heger hikûmeta Başûr wekî 'pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de' li van operasyonan binêre, hem xwe dixapîne hem jî gelê kurd." Kaya, destnîşan kir ku Tirkiye bi qereqolên ku çêkirine li Herêma Kurdistana Federe bi cî bûye û got: "Divê hikûmeta vê pirsê bike: Ma ev ne dagirkerî ye? Jixwe bi rizaya Başûr dikin, ev rezaleteke pir mezin e. Helwesta Başûr a ji bo operasyonan ku dibêje 'pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de', helwesta wê ya ji bo pêşeroja kurdan e û astengiyeke mezin e li ber yekîtiya neteweyî." 
 
Kaya, anî ziman ku divê rojeva sereke ya kurdan li dijî operasyonan yekîtî be. 
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ 
 
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek jî anî ziman ku îro ro kurd li Rojhilata Navîn di serdemeke bi destxistina statuya xwe de ne û got: "Tirkiye, polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan guherand û dest bi êrîşan kir. Operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistana Federe ji ber vê ne." Çîftyurek, destnîşan kir ku tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e û got: "Mesele ne meseleya partî û rêxistinê ye. Tirkiye êdî li gor vê gavan davêje." 
 
‘BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Çîftyurek, anî ziman ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bi heman stratejiyê tên kirin û got: "Ji dîwarê ku lê kiriye jî tê fêmkirin. Tenê ne li Rojavayê, heman dîwar li Başûr jî lê kiriye. Li Rojavayê saziyên dewletê, banke, PTT, dibistan û tiştên din vedike û li Başûr jî polîtîkayên eskerî birêve dibe. Lê dê ev siyaset û plan bi ser nekevin. Ew ê li Garê, Şengal û Rojavayê bixitimin. Lewma em bang li Tirkiyeyê dikin ku demildest dev ji van polîtîkayan berda û ji bo aştiyê rêyekê peyda bike. Em polîtîkayên Tirkiyeyên li Efrînê qebûl nakin. Dengê ku ji bo Filîstînê derxistin, çima ji bo Efrînê dernaxin? Armanca operasyonên Tirkiyeyê ne PKK'ê ye, tevahiya Kurdistanê ye. Lewma em bêdengiya li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê qebûl nakin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Çîftyurek jî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya ji bo operasyonan rexne kir û got: "Divê Başûr polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê qebûl neke. Ji lew re te nas nake û polîtîkaya wê li dijî te ye. Bang li tevahiya kurdan dikim: Em bîrdoziyên xwe deynin aliyekî û ji bo destkeftiyên xwe bi yek bin. Gava em bi yek bin, em ê karibin pirsgirêkên xwe çaresr bikin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê