Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir

  • rojane
  • 09:01 29 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Rojnamevan Mehmet Erol, giliyê polîsan kir. Di dema şopandina nûçeyan de polîsan nehiştibû rojnamevan Erol dîmenan bigire û gef lê xwaribûn. 

 
Li Amedê di 10'ê Adarê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Erol, xwestibû daxuyaniya li Parka Koşûyolûyê ya derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de bişopîne, lê polîsan nehiştibû û gef lê xwaribûn. Rojnamevan Erol giliyê polîsan kir. 
 
Erol, piştî gefa polîsan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê da û piştî dosyeya gilîkirinê hat amadekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir. 
 
Erol, anî ziman ku polîsan girseyê dorpêç kirin û nehiştin rojnamevan daxuyaniyê bişopînin. Erol, destnîşan kir ku dema xwestiye dîmenan bigire, polîsan ew asteng kirine û gava Parlementera HDP'ê Remziye Tosûn diaxifî, polîsan xwestiye çapemenî ji wir biçe. 
 
Erol, bilêv kir ku gava îtiraz kiriye vê carê polîsan gef lê xwariye û got: "Gava em ji wir hinekî din bi dûr biketana, me yê nikaribûna dîmenan bigire. Jixwe polîsan tim digot 'herin, ji vir veherin.' Her ku em paş ve diçûn, hîn bêtir em dûr dixistin. Gava me got, em têra xwe paş ve vekişiyane, gotin 'Ev ne di destê te de ye.' Gava me îtiraz kir û me got, 'ji bo dîmengirtinê hûn nikarin me asteng bikin', gotin 'karta we ya çapemeniyê tune ye, hûn nikarin dîmenan bigirin.' Gotin, karta zer a çapemeniyê mecbûrî ye û îdia kirin ku me dîmenên wan girtine û gotin, 'hûn nikarin dîmenên polîsan bigirin.' Me jî got, jixwe em dîmenên polîsan nagirin, em karê xwe dikin. Polîsan jî bi awayekî fîzîkî hewl didan me hîn bêtir ji qadê dûr bixin. Polîsê diaxivî qîriya û got, 'hîn bêtir, herin wî aliyê peyareyê, lê biner ez ê careke din dubare nekim.' Bi vî awayî gef li me xwarin. Gotin, gava hûn venekişin ew ê bi dijwarî mudaxile bikin. Em jî mecbûr man vekişin. Piştî em vekişiyan, polîsan li dor dorpêça ewil, xelekek hîn mezintir çêkirin." 
 
Erol, anî ziman ku tim bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û di daxwaznameyê de dîmenên vê bûyerê jî hene û xwest derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin. 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê