* Tevî ku ji bo girtiyê nexweş Hakki Tûrgay sê raporên “pêdiviya wî bi tedawiyê heye” amade bûne jî lê li şûna nexweşxaneyê wî sewqî girtîgehek din kirin.
* Dê li Îzmîrê bi pêşengiya hin xwendekarên zanîngehê ên jin, atolyeya xweparastinê bê lidarxistin. Îzel Graca, destnîşan kir ku xweparastin bi qasî nan û avê girîng e.
* Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku ji ber pandemiyê hatibû girtin, piştî 14 mehan hat vekirin. Lê belê heya niha li derî tu liv û tevgereke turîstan xuya nake. Acenteyên turîzmê gotin: "Turîstên rûs ji bo Antalyayê çi bin, turîstên îranî jî ji bo Wanê heman tişt in."
* Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, bal kişand ser operasyonên derî sînor û diyar kir ku bi şer tê xwestin ser têkiliyên qirêjî û pirsgirêkên heyî bê nixumandin û got: "Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye."
* Îzmîriyan, diyar kir ku ji daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê mikurhatinên rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker de, bawer nakin û ji bo hilbijartineke pêşwext bang kirin.
* Li girtîgehan mafê xwendekaran tê binpêkirin. Koordînatora Xwendekarên Girtî ya CÎSST'ê Ozge Akyuz, bal kişand ser rewşa xwendekarên girtî yên ji pergala perwerdehiya onlayn bêpar in û destnîşan kir ku maf û azadiyên sereke yên xwendekaran tên binpêkirin.
* Rojnameger Mehmet Aslan ê duh hat berdan, bal kişand ser rastiya nûçeyên çêkiribûn û wiha got: “Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît. Min dît ku em nûçeyan rast dinivîsin. Ez ê binpêkirinên mafan ji, raya giştî ragihînim û vî karê xwe dewam bikim.”
* Di rapora pêzaniyê ya derbarê Şahîn Oner de, hat derpêşkirin ku polîs "bêqisûr" e yê "biqisûr" Oner e. Li Amedê wesayîta polîsan pêl Oner kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû.
* Ji ber hişkesaliyê bihayê giyayên ku dikevin nav penêrê Wanê û tamê didinê jî zêde bû.
* Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 81'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê wê li navçeya Serîkê serdana karkerên çîlekan bike. (10.00)
* Danişîna doza têkildarî Aleyna Çakir vebûya wê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)
* Danişîna biryarê ya doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber gotinên têkildarî Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman kiribû û lê hatibû vekirin wê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê li avahiya Rêxistina HDP'a Wanê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Şaxên Tarim Orkam Senê yên Amed, Riha û Mêrdînê û Odeyên Endezyarên Zîraatê wê li gundek Sûrê têkildarî çandiniyê û hişkesaliyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê wê têkildarî binçavkirina endamên xwe li avahiya Şaxa SES'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* BMG wê têkildarî Malbata Şenyaşar li avahiya HDP'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* TJA ji bo balê bikişîne ser zextên li dijî jinan wê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
* Koordînasyna Saziyên Demokratîk ji bo balê bikişînin ser tecrîdê wê li avahiyên HDP'ê yên navçeyên Esenler û Sancaktepe yên Stenbolê civîn li dar bixin. (14.00-16.00)