Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye

  • rojane
  • 16:09 26 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî gefên Serokomar û Serokê AKP'î Tayyip Erdogan da û wiha got: “Berpirsiyarê tundî û lînca li dijî civakê û siyasbeta demokratîk bi temamî Îtîfaqa Cumhurê ye." 
 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, têkildarî daxuyaniyên Serokê Mafya giredayî dawletê Sedat Peker û daxuyanriyên Serokomar û Serokê AKP’î Tayyip Erdogan nirxandin kir. Oluç, “Ev îqtîdar ji bo xwe li ser piyan bihêle, her dem civakê bi darbeyan ditirsîne. Li dijî vê îqtîdarê tu gefên darbeyê tune ye. Îqtîdar bi gotina 'Armanc Tirkiye ye,' xwe diparêze. Lê mijar ne Tirkiye ye. Ev mijar iqtîdar bi xwe ye. Xwe wekî tevahiya Tirkiye qebûl nekin. Tirka wekî welat tev di bin gefan de ye belav nekin. Her ku diçe koma piştgiriyê didin îtifaqê kêm dibe. Piştî serokê Rêxistina Sûc û Mafya di axive hemû qirêjiyên wî welatî belav dibin. Ez pir aşkere bêjim ev mesele li Tirkiyeyê ne nû ye. Rêxistinek pir kevn e. Di qezaya Susurluk ê de jî ev rastî derket holê. Di encama qezayê de têkiliya siyaset, mafya û burokrasiyê derketibû holê." 
 
Oluç, qala têkiliya serokê mafya û mitînga Tayyip Erdogan a li Rîzeyê kir û wiha got: "Em qala vîdeoyên Serokê Çeteyên Sûc dikin. Di sala 2015'an de li Rîzeyê kê piştgirî da mîtînga Tayyip Erdogan? Ji bo Referandumê kê mitîng amade kirin? Ew bû. Di sala 2018’an de kê piştgirî da îtîfaqa Cumhur. Dîsa ew bû. Îlanên yek rûpel dan rojnameyan. Ev îlanên piştgiriyê di kîjan rojnameyan de derketin. Di medya hevkarê îqtîdarê de derketin. Kê piştgirî da tûrên alîkarê hevkarê îqtîdarê OSO? Kijan saziyên medya, di dawetiyên îftardê de kirin ser mêvan. Yek jê Rojnameya milliyetê ya din jî Akit e. Komên li pişt her duyan diyar in. Kê got 'Em ê bi xwina we serê xwe bişon' Heman kes bû?" 
 
'LI TIRKIYEYÊ DARAZEK SERBIXWE HEBÛYA WIHA NEDIBÛ' 
 
Oluç, anî ziman ku li Tirkiyeyê darazek serbixwe û bêalî hebûya ev pêk nedihatin û wiha axivî: "Lê darazek bê alî tune ye. Tu fikara îqtîdarê ya hiqûqa gerdûnî tune ye. Tenê fikarek wan heye. Ew jî îqtîdara wan e. Îqtîdar ji bo ser hemû rastiyan bincil bike serî li hemû rê û rêbazan dide. Li Rîzeyê lînca siyaseta demokratîk nayê qebûlkirin. Em teqez gefa li dijî siyaseta demokratîk red dikin. Ji niha û şûnde li dijî siyaseta demokratîk, muxalefet û civakê lînc û tundiyek pêk bê, berpirsiyarê vê yekê îqtîdar û îtîfaqa Cumhur e."  
 
Oluç, qala Torosên Spî jî kir û wiha lê zêde kir: "Berpirsiyarên 1000 operasyonan, Torosên Spî, kuştina 17 hezar kesan, di heman demê de şirîkê îqtîdarê ne. Em carek din dibînin ku aktorên wê demê, dîsa heman aktor in. Li kîderê şer hebe, li kîderê dijminantiya civakê û gel hebe, li wir çete, mafya û komên mafyayî hene. Li wir aj didin û geş dibin. Têkiliyên xwe û îtîfaqê qurt dikin. Yên wê rojê xwe bi şerê qirêj xwedî dikirin, îro jî xwe bi şer xwedî dikin. Bi çeteyan dijminantiya Kurdan dikin."  
 
'DIVÊ MECLÎS BERPIRSIYARIYÊ BIDE SER XWE' 
 
Oluç, xwest meclîs berpirsiyariyê bide ser xwe û wiha got: "Em ê der barê mijarê de pêşniyarnameyê bidin meclîsê û divê vê mijarê lekolîn bike. Divê meclîs berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Divê meclîs wekî serdema Susurlukê niha jî erka we pêk bîne. Divê komîsyona lêpirsînê ava bike." 
 

Sernavên din

29/05/2021
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da