DIHOK - Li Herêma Federe ya Kurdistanê, 2 şivan di topbarana TSK'ê de birîndar bûn.
Li çoltera herêma Derkarê ya girêdayî navçeya Zaxo ya Dihokê, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di êrişa topbaranê de 2 sivîl birîndar kirin.
Li gorî nûçeya ROJnewsê'ê, Hesen Muhsin û Elî Muhsin ên di topbarê de birîndar bûn, li herêmê şivantî dikirin. Hat diyarkirin ku du kesên birayên hev ji Şengalê ne û rewşa Hesen Mûhsin ê 20 salî girane. Her du birîndar li Nexweşxaneya Dihokê tên dermankirin.