Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye

  • rojane
  • 09:00 26 Gulan 2021
  • |
img

RIHA - Wezareta Karên Navxweyî ji bo Azzo Halaf Suleyman el Aggal gotibû: "Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin." Lê belê di zabitnameyê derbarê vî kesî de ku ji doza Pirsûsê re şandibû, derbarê Komkujiya Pirsûsê de hevokek jî tune ye. 

 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê, gelek kes bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li hev kom bûbûn. DAIŞ'ê jî êrîşeke bombeyî pêk anîbû û ji van kesan 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna 19'an a dozê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin. Danişîn dê li hêwana Kampusa Girtîgeha Cirnê Reş bê lidarxistin. Dê sûcdarê Komkujiya Gara Enqereyê ku tê de 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn, Yakûp Şahînê girtî jî tevli danişînê bibe. 
 
Di 12'ê Çileya 2021'ê de, Wezareta Karên Navxweyî bi sernavê "Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin" daxuyaniyek dabû. Di vê daxuyaniyê de navê Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal derbas bûbûn. Di danişîna 9'ê Sibata 2021'ê de, danişîna 18'an de, dadgehê daxwaza ku îfadeya Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal jî daxilî doseyê bên kirin, qebûl kiribû. Di ser danişîna 18'an re 3 meh derbas bûne, heya niha tenê zabitameyeke lêkolînê daxilî dosyeyê hatiye kirin. Zabitname ji 3 rûpelan pêk tê û tê de beyanên her du kesan ên derbarê hev du de hene. Lê belê pirsên berpêşî her du bersûcan hatine kirin û bersivên wan, di zabitnameyê de tune ne. Di zabitnameyê de derbarê pêwendiya her du el Aggalan de ya bi DAIŞ'ê re hin agahî hene, lê belê derbarê Komujiya Pirsûsê de agahiyek jî di zabitnameyê de tune ye. 
 
Serdil Îzol, parêzerê malbatên kesên ku li Sûrûcê hatin kuştin, bal kişand ser kêmasiyên di dosyeyê de. 
 
LI ALAGOZ NEGERIYAN
 
Îzol, bibîr xist ku kesên di 20'ê Tîrmeha 2020'an de çûne Pirsûsê, polîsan hemûyan kontrol kiriye û di noqteyên lêgerînê re derbas bûne û got: "Lê li gor qeydên midûriyeta polîsan, ji xeynî Abdûrrahman Alagoz (xwekuj). Alagoz çawa hatiye Pirsûsê, li ku maye, pêwendî bi kê re daniye... tu qeydek tune ye. Di dema lêpirsînê de kêmasiyên mezin rû dan. Pêşî biryara nepen danîn ser dosyeyê. Me nikaribû xwe bigihîne dosyeyê. Me bi daxwaznameyan îtiraz kir. Me hewl da berpirsiyar bên aşkerekirin. Heger Komkujiya Pirsûsê bihatana aşkerekirin, dê Komkujiya Enqereyê çênebûna. Ji lew re kiryar heman kes in." 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN 
 
Serdil Îzol, destnîşan kir ku dosyeya Komkujiya Pirsûsê bêyî kêmasî bên temamkirin hatiye kirin û bersûc Yakûp Şahînê girtî heya niha nehatiya hizûra dadgehê. Îzol, anî ziman ku kêmasiyên peywirdarên dewletê jî hene û got: "Îstixarat çûye ji wan re, hatie gotin dê Alagoz çalakiyekê li dar bixe. Lê tenê li kesên ku hay ji vê agahiyê hebûne, 7 hezar û 500 TL ceza hat birîn.  Ev kes bûn sedema 33 kesan. Ev ceza dijî hiqûqê ye. Ji xeynî hin daxwazên me, hema bibêje hemû daxwazên me hatin redkirin." 
 
ÎFADEYÊN BINAKOK 
 
Îzol, anî ziman ku roja komkujî çêbû gel Abdûllah Omer Aslanê ku alaya DAIŞ'ê û hin kovar pê re bûne zevt kiriye, lê belê derbarê Aslan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û got: "Niha di warê hiqûqî de tu pêwendiyek vî kesî bi dosyeyê re tune ye. Lê li gor raya giştî, malbatan, parêzeran û birîndaran rasterast têkiliya vî kesî bi bûyerê re heye. Li dadgehê hin beyan hene. Nediyar e ku ji bo çi hatiye Pirsûsê. Gel wî zevt kiriye. Daxwazên malbatan û parêzeran hene, divê bi her awayî bê zelalkirin." 
 
DI ZABITNAMEYÊ DE BEHSA PIRSÛSÊ NEHATIYE KIRIN
 
Parêzer Îzol, anî ziman ku di dosyeya Pirsûsê de kêmasî hene û dosye bi vî awayî didome. Îzol, xwest qeydên dîmenan (5 saet) ên hê jî nehatine aşkerekirin, bên aşkerekirin. Îzol ku got "Çima dîmen winda ne?" bertek nîşanî netespîtkirina berpirsiyaran da. Îzol, destnîşan kir ku di her celseyekê de hin tiştên nû hîn dibin û got: "Beriya danişîna 18'an kesê bi navê Azzo Halaf Suleyman el Aggal hat zevtkirin û em ji çapemeniyê bi vê hesiyan. Derbarê vî kesî de tu salix li ber destên me tune bûn. Di çapemeniya neteweyî de têgihanek wisa hat çêkirin; 'Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin.' Me di danişîna 18'an de pirsî bê ka ev kes kî ye. Di nav dosyeyê de haya me ji vî kesî tune ye. Di dosyeyê de behsa wî nehatibû kirin. Piştî nûçeyan me xwest rayedar agahiyan parve bikin. Li ser daxwaza me, zabitnameyek teşxîskirinê li dosyeyê hat zêdekirin. Di çapemeniyê de hatibû ragihandin 'kesê ku êrîşa Pirsûsê kiriye', lê di dosyeyê de derbarê vê tu tişt tune ye. Di çapemeniyê de 'bombevanê Pirsûsê ye, lê di zabitnameyê de Pirsûs tune ye." 
 
‘DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ GUHDARÎKIRIN' 
 
Îzol, destnîşan kir ku bersûc nehatine darizandin, xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne hatine darizandin. Îzol, bibîr xist ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû di bernameyeke televîzyonê de gotiye Komkujiya Pirsûsê dizane û got: "Di qenala nûçeyan de beyanên wî hene. Roja ku behsa wê dike, roja komkujiyê ye. Davûtoglû, niha ne parlementer e. Dikare wekî şahid bê guhdarîkirin. Me vê daxwaza xw eragihand, lê nehat qebûlkirin. Dixwazin dosyeyê tenê bi du bersûcên firar, xwekuj û kesê girtî bi sînor bikin. Ev ne tiştekî adil e. Ne mimkun e ku plansazên vê êrîşa dorfireh ev eks bin." 
 
DOZA HER KESÎ YE 
 
Îzol, di dawiya axaftina xwe de got: "Kesên dibêjin em mirov in, hemû divê vê dozê bişopînin. Ev doz, doza me ye, doza we ye; doza mexdûran, doza binestan û doza kesên neheqî li wan tê kirin. Li bara wijdanê raya giştî kiryarên vê dosyeyê diyar in." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

26/05/2021
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da