RIHA - Lêpirsîna derbarê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û 25 parêzerên endamên baroyê de hatibû destpêkirin bidozvenekirinê bi encam bû.
Derbarê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û 25 parêzerên endamên baroyê de ku di 7’ê tîrmeha 2020’an de li dijî pergala “pir baroyan” derketibûn, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi hêceta “muxalefeta qanûna civîn û meşên xwepêşandanan kirine” lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi biryara dozvenekirinê bi encam bû.