Îşkenceyên ku Soylû got tune ne

  • rojane
  • 11:34 25 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku di hedefa îtîrafên Sedat Peker de ye, angaşt kir ku di dema wî de îşkence li welatiyan nehatiye kirin. Lê di serî de li bajarên herêmê îşkence li gelek welatiyan hatiye kirin û wêne û dîmenên van îşkenceyan jî hene. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku di hedefa îtîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker de ye, duh êvarê li Haberturkê pirsên rojnamegeran ên têkildarî mijarê bersivand. Soylû, di weşanê de gelek pirsên rojnamegeran ên derbarê îttîrafên Peker de bêbersiv hişt û angaşt kir ku di dema wezîrtiya wî de îşkence li welatiyan nehatiye kirin û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vê derbarê de tiştekî daniye pêşiya wî.
 
ÎŞKENCE ZÊDE BÛ
 
Di kêliya ku Soylû van angaştan dikir de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li ser hesabê xwe twîtterê Soylû derewand û çalakî, rapor û bangên xwe yên ji bo îşkenceyên ku li welatiyan hatine kir parve kir. Geleke welatiyan jî li ser medya sanal wêne û dîmenên îşkenceyên ku dema Soylû li welatiyan hatine kirin parve kirin û bertek nîşanî angaştên Soylû dan. 
 
BÊCEZA HATINE HIŞTIN
 
Bi taybetî rêjeyên îşkenceyên ku li bajarên herêmê bi destê leşker, polis, cerdevan û notirvanan li welatiyan hatine kirin jî Soylû diderewînin. Li qereqolan  û di operasyonên ku piştî qedexeyên derketina derve tên destpêkirin de bûyerên îşkenceyê gelek zêde bûne. Lêpirsînên derbarê van bûyerên îşkenceyê yên ku wêne û dîmenên wan hene de hatine vekirin bi biryara “neşopandinê” hatine girtin û bêceza hatine hiştin. 
 
BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Hin bûyerên îşkenceyê  ku piştî peywirdarkirina Soylû ya di 31’ê tebaxa 2016’an de pêk hatine wiha ne: 
 
"* 12’ê kanûna 2016’an: Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn û parêzer jî di nav de gelek kesên ku hatibûn binçavkirin di bin çavan de îşkence li wan hatibû kirin. Ev îşkence ket girtekên dadgehê jî. 
 
* 11’ê sibata 2017’an: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li gundê Xerabê Bava 2 jê zarokê 39 kes hatin binçavkirin. Demeke dirêj agahî ji Abdî Yakût ê hat binçavkirin nehat girtin. Piştre bi wêneyan derket holê ku îşkenceyeke giran li Yakût hatiye kirin. Yakût û 7 kesên pê re beraetkirin û Wezareta Karên Hundir tazmînatê da wan. 
 
* 4-6’ê cotmeha 2017’an: Li gundê Ortaca yê herêma Seydîkemer a Mûglayê 7 kesên hatin binçavkirin û îşkenceyeke giran li wan hat kirin. Wêneyên wan ên rût û tazî hatin serwîskirin. 
 
* 5’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Korganê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran îşkence li 4 gundiyan kir. Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê vê îşkenceyê bi raporan aşkera kirin. 
 
* 9’ê hezîrana 2017: Piştî êrişa li dijî Miduriyeta Polisan a Westanê ya Wanê, polisan 4 gundiyan binçav kirin û di bin çavan de îşkenceyeke giran li Abdûlselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) kirin. Piştî her çar jî hatin berdan. 
 
* 16’ê gulana 2018’an: Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, di serdegirtina malê de cendirmeyan li Temer Şengul û Mehmet Alî Avci dan. 
 
* 16’ê gulana 2018’an: Li navçeya Bagcilar a Stenbolê, polisan bi hinceta ku di wesayîta wan de çifte hebû binçav kirin û wan di îşkenceyeke giran re derbas kirin. 
 
* 18’ê tîrmeha 2018’an: Li gundê Yalimelez ê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, cendirmeyan di serdegirtina malê de Ayfer Şahîn, Abdûlbakî Şahîn, Ayhan Şahîn, F. Şahîn, Şehrîban Mamûk, Abdûllah Şahîn û Dilan Gorur binçav kirin û îşkenceyeke giran li wan kirin. 
 
* 15’ê sibata 2019’an: Polisan li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, bi hinceta ku ji bo şermezarkirina radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê amedekariya çalakiyê dikin 3 zarokan binçav kirin û îşkence li wan kirin. 
 
* 18’ê gulana 2019’an: Li gundê Dêrto yê navçeya Xalfetiyê ya Rihayê pevçûn derket û komserek û 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûnê li navçeya Xalfetî û Hewagê 55 kes li gundan hatin binçavkirin. Piştre derket holê leşkeran li qereqolê welatiyan li erdê dirêj kirine û pêya derketine ser pişta wan. Wêneyên vê kêliyê hatin parvekirin. Kesên di bin çavan de li dozgeriyê gotin ku bi ceyranê îşkence li wan hatiye kirin û organên wan ên zayendê hatine şidandin. 
 
* 8’ê îlona 2020’an: Li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên derketin operasyonê welatiyên bi navê Servet Tûrgût (55) û Osman Şiban (50) binçav kirin û wan ji helîkopterê avêtin. Ji ber vê îşkenceyê Şiban hê jî bi ser hişê xwe ve nehatiye û Tûrgût jî jiyana xwe ji dest da.
 
* 30’ê gulana 2020’an: Li navçeya Rezana a Amedê, welatiyê bi navê Mûhammed Emîr Cûra ku piştî kuştina polisan hat binçavkirin, îşkenceyeke giran lê hat kirin. Her wiha di heman operasyonê de bi kuçîkan bi ser mala Şeyhmûs û Menîce Yilmaz de hat girtin û îşkence li wan hat kirin. 
 
 * 27’ê hezîran 2020’an: Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de polisan bi ser mala Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a li Amedê de girtin û bi kûçikan îşkence li Çetîn kirin. 
 
* 18’ê tîrmeha 2020’an: Îşkence li 3 kesên ku ji ber kuştina polisekî hatin binçavkirin hat kirin. Wêneyên vê îşkenceyê hatin parvekirin. 
 
* 18’ê adara 2021’an: Azad Polat ê DBP’î bi hinceta ku şîfreya telefona xwe neda polisan, polisan lê da, bi ceyranê îşkenceyê lê kirin û gef lê xwarin ku dê wêneyên wî yên rût û tazî bikişînin. 
 
* 7’ê gulana 2021’an: Li navçeya Pirsûsê F.B. (25) ku hat binçavkirin û piştre hat girtin, polisan hem bi gotinan hem jî bi awayekî fizîkî îşkence lê kirin. 
 
* 10’ê gulana 2021’an: Li Navenda Paşde Vegerandinê ya Harmandaliyê, îşkence li penaberan hat kirin.  
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

26/05/2021
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da