8 sal in li benda ceryanê ne

  • rojane
  • 09:11 25 Gulan 2021
  • |
img
DERSIM - Li Pulurê welatiyên ku di salên 1994'an de gundên wan hatibûn valakirin ji nû ve gundên xwe ava kiribûn, diyar kirin ku 8 sal in ji bo pirsgirêka av û ceryanê tu derî nemane lê nexistine. 
 
Eskeran di sala 1994'an de gundê Çayustu yê navçeya Pulur a Dersimê, vala kiribûn û agir berdabûn gund. Ji ber vê şêniyên gund ji bêgavî koçî Xarpêtê û bajarên din kiribûn. Ji van 40 malbatan hin jê, di sala 2013'an de cardin berê xwe dabûn warê xwe û demekê di konan de mabûn. Piştî wextekê gundiyan bi destê xwe xaniyên xwe çêkiribûn. 
 
Şêniyên gund ên bi çandiniyê debara xwe dikin, ji roja ku cardin gundê xwe avakirin heya niha bi pirsgirêka av û ceryanê re rû bi rû ne. 
 
Gundî ji neçarî bi jeneratorê ceryanê û bi motorên avê jî ava xwe peyda dikin. Heya niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu saziyeke fermî nemaye ku neçûnê. 
 
8 SAL E NEHATINE ÇARESERKIRIN 
 
Keyayê gund Baba Demîr, bibîr xist ku ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin ji bêgavî koç kirine û got: "Em di sala 2013'an de cardin hatin. Ji wê rojê heya niha me ji bo ceryanê gelek caran serî li saziyên eleqedar da. Ji me re dibêjin, 'em dişopînin, em ê bên.' Ha îsal ha îsal, lê 8 sal derbas bû." Demîr, bilêv kir ku îsal jî rayedaran heman soz daye wan û got: "Çend roj berê dîsa çûm TEDAŞ'ê. Dîsa eynî tişt ji min re gotin." 
 
Demîr, xwest meseleya ceryanê ya gund bê çareserkirin. 
 
PIRSGIRÊKA AVÊ 
 
Demîr, diyar kir ku ji xeynî ceryanê pirsgirêka avê jî heye û got: "Em nikarin erdên xwe av bidin. Gava em av didin vê carê ava gundiyan diçe. Me ji bo vê jî serlêdan kir. Lê tiştek nekirin." 
 
Demîr, anî ziman ku ji bo meseleya avê çûye qeymeqamtiyê, lê belê tiştek bi dest nexistiye. Demîr got: "Ji ber vê tiştek şîn nayê. Heger av û ceryana me bê helkirin, dê gundî cardin wekî berê karibin erdên xwe bajon. Ê cardin sewalvanî û çandinî bên kirin." 
 
Şîrîn Mor jî destnîşan kir ku piştî ku gundê wan hatiye valakirin, dîsa jî dev ji axa xwe bernedane û got: "Me kir nekir, bêhna me li bajar derneket. Ên li gund mabin, jiyana bajêr ji bo wan zehmet e. Gava em cardin hatin gund, tu tişt tune bû. Xanî hemû hatibûn xerakirin. Me her tişt bi destê xwe çêkirin. Me kemçe anîn û me xaniyên xwe û rêyên xwe çêkirin. Me gund li hev bi keys kir. Lê 8 sal in ceryan tune ye. Ji ber ceryan tune ye, em kincên xwe bi destan dişon. Me serî li her derî da, lê nehatin çênekirin." 
 
Gulsenem Batik jî diyar kir ku çandiniyê dike û xwest pirsgirêka av û ceryanê bê çareserkirin. 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

28/05/2021
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan