Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne

  • rojane
  • 15:41 18 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê rapora Kovîd-19’ê ya meha adar û nîsanê eşkere kir û di raporê de hat diyarkirin ku piştî di 1ê Adara 2021’an de hejmara nexweşan a li bajar rojane derdora 40’î bû, di çend hefteyan de 10 qat zêde bû û gihîşt 400'î.
 
Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) rapora nirxandina serdema adar û nîsana 2021’an a vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya odeya xwe bi raya giştî re parve kir. Metna kurdî ya raporê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran, metna tirkî ya raporê jî Sekreterê Giştî yê Odeyê Mûstafa Mesût Kaya xwend.
 
Tûran bi bîr xist ku di gulana 2021’an de li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên ji ber Kovîd-19’ê ji 160 milyonan, hejmara miriyan ji 3 milyonan derbas kiriye û wiha got: “Li Tirkiyeyê, li gorî daneyên wezaretê hejmara tevahiya nexweşan ji 5 milyonan, a tevahiya miriyan ji 44 hezaran derbas kiriye. Em dizanin ku ji destpêka prosese ve rêvebiriyeke şefaf tuneye, daneyên epîdemiyolojîk ên derbarê şewbê de bi rêbazên weke cihêkirina nexweş û pêketiyan bo rêvebirina têgihîna mirovan tên berevajîkirin û heya demeke nêzîk jî daneyên rast nedihatin ragihandin. Ji destpêka pandemiyê heya îro, weke Odeya Bijîşkan a Amedê em derbarê pandemiyê de raporan amade dikin û van raporên xwe, ligel daneyên ji qadên xebata xwe, bi awayeke periyodîk berdewam diweşînin.”
 
Tûran bal kişand ser kêmbûna bergiriyên vîrûsa koronayê û wiha axivî: “Jixwe tevdîr kêm bûn, piştî ku di 1’ê Adara 2021’an de bi piranî hatin rakirin, hejmara nexweşan a li bajarê me rojane derdora 40’î bû, di çend hefteyan de 10 qat zêde bû û gihîşt 400’î. Ligel vê hejmara nexweşên Kovîd-19’ê ku li nexweşxaneyên cemaweriyê û yên taybet têne tedawîkirin, di heman prosesê de 20 qat zêde bû.”
 
‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ PÊDIVIYEK E’
 
Tûran da zanîn ku ji bo hemû gel karibin bi awayekî wekhev, biqelîte, bêpere, bêasteng xizmeteke tenduristiyê bistînin divê gavên qanûnî û pratîk bên avêtin û wiha domand: “Çimkî pirsgirêkên ji ber nebûna xizmeta tundiristiyê ya bi zimanê zikmakî, di prosesa pandemiyê de girantir bûne. Di prosesa pandemiyê de pergala tenduristiyê serobin bûye, ji ber vê jî kesên ku bi zimanê xwe vê xizmetê nizanibûne, di warê xwegihandina tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bir û mane. Derzî di têkoşîna li dijî pandemiya kovîdê de yek ji amrazên herî girîng e. Ji ber ku di warê derzîkirinê de kampanya nehatine birêvebirin, bi giştî rêjeya derzîkirinê kêm e, lê li herêma me kêmtir e. Ji ber ku armancên kampanyayan hayedarkirin û pêwendî ye, heke bi zimanê zikmakî meriv xwe bigihanda mirovan, mimkun bû ku ev rewşa neyînî berevajî bibe. Li herêma me ji bo kesên bi ser 65’î re ku bi tirkî nizanin, stendina randewûyê bi rêya aplîkasyonên teknolojîk zehmet e. Tew bi ser de mecbûr in bi zimanekî ku pê nizanin vê yekê bikin. Loma karê wan zehmettir dibe. Hatiye raçavkirin ku di serwîsên kovîdê de nexweş tena serê xwe dimînin. Ji van nexweşan ên ku nikarin bi xebatkarên tenduristiyê re bi heman zimanî xeber bidin nikarin daxwaz û pêdiviyên xwe jî bînin ziman û ev dike ku xwe tenê hîs bikin û tirsa mirinê li wan peyde bibe. Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî ne tercîhek e, mecbûr gere pêk were. Çimkî kesên bi zimanê xwe nizanibin, nikarin derdên xwe jî vebêjin.”          
 
‘STOKÊN DERZIYAN KÊM BÛNE’
 
Tûran di berdewana raporê de wiha got: “Berdewama tedawiya nexweşên ji xeynî kovîdê û astengiyên li ber xwegihandina xizmeta tenduristiyê, di vê serdemê de jî berdewam in. Nemaze nexweşên kronîk ên ku divê tim bêne şopandin. Tedawiyên wan bi awayeke bi rêkûpêk nameşin. Ji ber sedemên weke tirsa ji vîrûsê û nêzîkayiyên ciyawaz pirsgirêkên tenduristiyê yên nexweşên pîr zêde dibin. Pirsgirêkên ji ber pergala randewûyê sedema herî mezin a vê yekê ye. Nexweşên ku ji aliye kardiyak ve nayên şopandin ji nişkê ve wefat dikin. Rêjeya sehîkirina penceşêrê ji sedî 90 kêm bûye. Di astên ewil de dibe ku ev nexweşî bê teşhîskirin û bên tedawîkirin. Lê piştî ku nexweşî li wan pîr dibe, bi gelek şaneyan, bi derengî serî li nexweşxaneyan didin. Ji bo dabînkirina derziyê dereng mane. Berpirsiyariya gelemperiyê ye ku civak were agahdarkirin û bawerî bi derziyê bîne, lê ev pêk nehatiye. Him ji aliye hejmaran ve, him jî ji aliye rêjeyê ve di warê derzîkirinê de rewş xirab e. Li bajarê me, nîvê kesên ku navên wan di lîsteya kesên divê bên derzîkirin de jî nehatine derzîkirin. Digel pêşniyar û hişyariyên me civak bi awayeke rast nehatiye agahdarkirin û nemaze bi zimanê zikmakî xebatên danasîna derziyê, ku bi ya me gelek girîng e, nehatine kirin. Li bajarê me û li seranserê welat, nemaze ev 4-5 hefte ne ku ji bo hin welatiyan derziya Sinovac hatiye nişandan di sîstemê de lê ev kes li ASM’yan, bi telefonê yan li ser sîstema MHRS’yê nikarin bo doza ewil randewûya derziyê bistînin. Stokên derziyan kêm bûne, bi nedana randewûyê dixwazin ev stok bên parastin. Divê bikin ku gel li dijî nexweşiyê rahatî bibe, bes ev nayê kirin û ji birêvebirina pandemiyê bêhtir ya ku tê kirin rêvebirina stokan e.”  
 
PÊŞNIYAR
 
Tûran pêşniyazên odeyê yên li dijî têkoşîna vîrûsa koronayê jî wiha rêz kirin: 
 
“* Divê civak bi rêvebirina pandemiyê bê bawerkirin. Divê nêrîna neyînî ya li dermanê bi madeya Hidroksiklorokinê ku ji zanistê dûr e û dibe sebebê pêne ewlehiyê bê terkkirin.   
 
* Divê ji bo kesên ku li deverên jîna civakî dixebitin û hepsiyan mercên paqijiyê, mesafeye, hewadarkirinê bi wayeke zanistî bêne dabînkirin, ligel vê divê temamên wan bêne sehîkirin û demildest bêne derzîkirin. 
 
* Hejmara nexweşan hindik tê nişandan, kesên ku bi nexweşan temas kirine jî nayên testkirin. Divê dev ji vê rêbazê bê berdan, li gorî krîterên zanistî bi awayeke berfireh test û tevdîrên îzolasyonê bêne meşandin.
 
* Divê derdorên civakî ku ji ber pandemiyê nikarin bixebitin demildest ji aliye civakî û madî ve bên destekkirin, divê rê li ber hilweşîna civakî û xwekuştinan bê girtin.
 
* Encama xebatên welatên ku bi awayeke berfireh civakên xwe derzî kirine nîşan dide ku kovîd-19 sedemeke mirinê ye lê wisa ye ku meriv kare pêşî lê bigire. Em bang li berpirsiyaran dikin ku di warê guherandin û taloqkirina tarîxên peydekirina derziyan de cidî bin. Divê demildest bi awayeke berfireh derzîkirin dest pê bike û mirin bên rawestandin.  
 
* Tevdîrên ji bo ewlehiya kargehan divê bêne zêdekirin, divê kontrolkirina vê yekê jî bê zêdekirin.
 
* Krîterên vegera li ser kar ên xebatkarên tenduristiyê ku bi kovîd-19'ê ketine, divê girêdayî giraniya nexweşiyê, sekelên wê û barê vîral li gorî klavûzên navneteweyî bêne diyarkirin.
 
* Nexweşiya kovîd-19'ê ku xebatkarên tenduristiyê li ser kar pê dikevin û carna dibe sebebê mirinê jî, divê bêyî pêwendiya îlliyetê weke nexweşiyeke pîşeyî bê qebûlkirin. 
 
* Barê xebatkarên tenduristiyê zêde bûye, loma divê marûziyeta wan a vîral neyê paşguhkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin, divê tayînên nû yên tomerî pêk bên. 
 
* Komîsyonên OHAL'ê ku rewşa kesên bi KHK'iyan ji kar hatine derxistin, bi hinceta pandemiyê gelek kêm dosyeyan dinirxînin. Berî pandemiyê 4000 dosye hatibûn nirxandin, di serdema pandemiyê de bi qasî 3000 dosye hatine
biencamkirin. Li bajarê me 137 kedkarên tenduristiyê bi KHK'iyan hatine îxrackirin. Ji bo barê kedkarên tenduristiyê ku bi pandemiyê girantir bûye, bê sivikkirin jî divê hemû kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî li karên xwe bên vegerandin. 
 
* Xizmetên tenduristiyê yên di asta 1. de ku di prosesa pandemiyê de têr nekirin, divê ji nû ve bên sererastkirin û li ser esasên herêmî bêne birêxistinkirin. 
 
* Divê prosesa girêdayî derziyên kovîd-19'ê bê şefafkirin, bi terzeke wisa bê birêvebirin ku bawerî bide civakê. Divê demildest têra hemû derdorên hesas ên civakê derzî bê dabînkirin. 
 
* Pêdivî ye ku hemû kedkarên perwerdehiyê, nemaze mamosteyan, bêyî ku qada wan xebatê giştî be an ya taybetî be, zû bi zû werin vaksînkirin.
 
* Weke Odeya Bijîşkan a Amedê, em ê tim zanistê, xizmeta tenduristiyê ya parêzvaniya civakê biparêzin, em ê rewşa derzîkirinê ji nêz ve bişopînin û welatiyên xwe û hemû xebatkarên tenduristiyê hayedar bikin.”
 
 
 

Sernavên din

21/05/2021
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne